Kurd ji bo pêkanîna hukumetê hevdîtina dikin

Serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî, pêşwazîya şandeya fraksiyonên Kurdistanî kir û daxwaz kir, ku divê hukûmeta nû zû pêk werê.
Serokê şandeya Kurdistanî Dr. Roj N. Şaweys, di van dîdarên xwe de daxwaz kir ku gerek hemû alî xwe bikin yek û ber bi pêkanîna hukmetê ve biçin.
Serokê Eliraqîyye Eyad Ellawî got, ku divê ev arêşeyên niha yên nava qada siyasî nemînin, da ku hukûmeteka niştimanîya berfireh pêk bihê.
Di van dîdaran de tekezî li ser wê yekê jî hat kirin, ku divê hemû alî xwe girêdayî destûra herdemîya Iraqê bibînin, ji ber ku hemû pirsên nava Iraqê bi rêya destûrê têne çareserkirin.
Şanda Kurdistanî dîdarek giring bi serokê Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê Emmar Elhekîm re jî saz da û tê de hat daxwazkirin, ku gerek hemû alîyên Iraqî piştgirîya hev bikin, da ku hukûmeta nû pêk werê.