Cîhan

Goldberg: Israîl êrîşê Îranê dike


Ji kovara Amerikan The Atlantic Jeffrey Goldberg,  li gel serokwezîrê Israîl  û gelek berpirsên dewletê yên cur bi cur  hevdîtin kirin û li ser pirsa Îranê sekinî. Di encamê de dît ku, piraniya berpirsên dewletê xwe amade dikin ku êrîşekî berfireh bibin ser Îranê û li gora Jeffrey Goldberg, Israîl plan û programên vê êrîşê jî amade kirine.

Nivîskarê kovarê Jeffrey Goldberg di vê derbarê de dibêje ku di nav 12 mehan de, wê berpirsên bilind yên Israîl li Washingtonê bigerin û wan di derbarê operasyona dijê Îranê de agahdar bikin. Nivîskar berdewambûna nivîsa xwe de dibêje “… Dê nêzikî 100 balefirên F-15 û F-16 yên cengî ji Israîl rabin  bê ku bikevin tixûbê Tirkiye de, ihtimalek mezin li ser Suudî Erebistanê ve bigihin Îranê. Wê di vê demê de Suudî radrên xwe bigre û balefirên Israîl nebîne“ Li gora nivîskarê kovarê di vê derbarê de hevdîtin di nav berpirsên Israîlî û  sudîyê de berdewamin.

Back to top button