Kultur

Serokê hikûmetê bi nivîskarên kurd ra civiya

Duhî li bajarê Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li desteya bala ya Yekêtiya Nivîskarên Kurd kir.
Di dîdarekê de, bi minasebeta sazkirina kongereyê, serokê hikûmetê pîrozbahî li Yekêtiya Nivêskarên Kurd kir û hêxî xwast ku ew bi enerjiyek mezin xizmeta rewşenbîriya kurdî bikin. Serokê hikûmetê di axaftina xwe de got ku Yekêtiya Nivîskarên Kurd xwediya dîrokeke dûr û dirêje û wê di qonaxên cihê de gelek xizmeta doza gelê kurd kiriye.

Her di vê dîdarê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji şandeya Yekêtiya Nivîskarên Kurd re got ku hikûmeta herêma Kurdistanê hevkar û piştevaniya wan di warê encamdana çalakî û pirojeyên rewşenbîrî de bike. Salih daxaz ji desteya bala ya Yekêtiya Nivîskarên Kurd kir ku têkeliyan digel nivîskarên Îraqê û derve ra xurt bikin da ku ew baştir di karesatên bi serê gelê kurd de hatine bizanin û haydarî pêşketinên nuha yên herêma Kurdistanê bibin.

Serokê hikûmetê di berdewamiya axaftina xwe de got: ”Piştî serhildanê destketiyên mezin bidest ve hatine. Lê ev yek wê manayê nade ku kêmasî nînin. Em dikarin bi diyalog û danûstandinan kar ji bo reforman li sertaserî herêma Kurdistanê ku di xizmeta hevwelatiyan de be, bikin. Karnameya hikûmetê jî ewe ku bi alîkariya hemû aliyan van erkan cîbicî bike.”

Salih got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi sîngekê fireh rexne û pêşniyarên nivîskar û rewşenbîran, bi awayekî ku hokarên destnîşankirin û çareserkirina pitsgirêkan be, werdigire, ”Çimkî bernameyê hikûmeta dijatîkirina gendeliyê û baştirkirina karûberên hikûmetê ye.”

Serokê hikûmetê ew yek jî got ku hikûmeta herêma Kurdistanê êdî dê li gor encamdana piroje, kar û çalakiyan alîakriya rêxistin û sandîkayan bike.

Salih ji desteya balaya Yekêtiya Nivîskarên Kurd ra got ku ji budceya îsal hikûmeta herêma Kurdistanê budceyeke taybet ji bo dahênan û afrandinaên rewşenbîrê berdest kiriye.

Back to top button