Polîtîk

CHP, MHP û DP di bin sêwana kemalîzmê de kom bûn

CHP, MHP, DP û Komeleya Ramanên Atatûrk bi hevre panelek darxistin. Tişta ku ev alî hemî gihandîn hev, dijitiya guhertinên destûrî bû. Wan xwestin ku xelkê ikna bikin ku di referandumê de li dijê guhertinan deng bidin û dan xûyakirin ku bila xelk bêjin na. Li gora vê Eniya Statukuparêz NA parastina cumhuriyetê û destkevtiyên cumhuriyetê ne.

Vê carê berpirsên hinek partiyên siyasî û Komela kemalistan li bajarê Eskişehirê di panelekî hevbeş de li ba hevbûn. Di panelê de  serokê gruba MHP-ê Oktay Vural , endamê detsa rêvebiriya CHP-ê Suheyl Batum, Cîgirê serokê DP-ê Ufuk Soylemez û Umit Kocasakal amade bûn. Panel ji aliyê Komeleya Kemalistan ve hatibû organîzekirin.

Kesên di panelê de axavtin kirîn hemî li ser gotina ku, “ eger xelk di refernadumê de bêjin erê, wê welat  tevlîhev bibe û nirxên cumhuriyetê winda bibin.“

Rastî jî piraniya xelkê ji bo windabûna nirxên cumhuriyetê yên li ser imha û inkara miletan hatîn avakirin divê bejin erê.

 

Back to top button