Polîtîk

Burkay bersiva gotinên Karayilan da

Ji berî niha demekî Murat Karayilan ji bo hevpeyvînek ya siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, gelek bi tundî êrîşê Burkay kiribû. Murat Karayilan daxûyaniya ku dayî ANF-ê gotibû ku, Burkay  “ zilamê“ dewletêye û  ew dijminatiya PKK-ê tawanbar kiribû. Herweha gelek tiştên din di derbarê Burkay de gotibûn.

Kemal Burkay bi nivîsekî zimanê Tirkî bersiva gotin û tawanên Karayilan daye, Burkay di nivîsa xwe de dibêje: “ Malpera ANF dijê min gelek tişta dibêje, Çewe Ocalan li Îmralî ji aliyê serfermandariya leşkerî ve tê îdarekirin ev ajansa hanê jî ji aliyê zilamên serfermandariyê vet ê îdarekirin.“ Burkay berdewambûna nivîsa xwe dibêje ku, eve 30 salin ez dizanim ku, Ocalan dewletê ve girêdaye, tu arşîvên MIT-ê li ber destê min nînin. Lê bi helwesta wî û siyaseta rêve dibe  ez van tiştan dibêjim.

Burkay dibêje ,lê min tu cara negotiye ku Murat Karayilan zilamê dewletêye. Min her demî bewer dikir ku, ew xwedî hisên welatparêziye û min qet behsa wan nekir.Lê dixweyê em tenê fermana hinek kesan pêktînin. Dixweyê êrîşên Mustafa Karasu ew tetmîn nekirin heta ev karê êrîşkirina min da Murat Karayilan.

Back to top button