Dayika Berfo şopa kûrê xwe dît

Berfo Ana an Dayika Berfo ku, bûye sembolê doza 12ê îlonê, piştî 32 sala rasta şopa lawikê xwe hat. Di nav belgeyên ku, Serfermandariya Giştî a Tirkiyê, ji 12.Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê re şandiye de derket holê ku, kûrê Dayika Berfo cemil Kirbayir li Qersê hatiye kuştin.
Cemil Kirbayir, ji 9ê Cotmeha 1980 î vir ve ê wendaye. Komisyona Lêkolîna Mafên Mirova a meclîsa tirkiyê jî, li pey şopa Cemil Kirbayir ketibû lê ti agahî bidest nexistibû. Di nav belgeyan de eşkere bû ku Cemil Kirbayir, bi êşkence û ji ber muamela xirab jiyana xwe ji dest daye.
Gerînendeya Ewlehiyê a Qersê, li ser lêpirsîna derbarê Cemil Kirbayir de, belge amade kiribû û di wir de diyar dikir ku, “ji aliyê Gerînendeya Ewlehiyê a Qersê ve dema dihat jêpirsîn, di dîroka09.10.1980 î de fîrar kiriye û heta niha nehatiye girtin. Li ser daxwaza malbatê, hat lêkolînkirin ku, Cemil Kirbayir reviyaye Îranê.”
Dayika Berfo, bê navber 32 salin ku li kûrê xae Cemil Kirbayir digere. Bi caran derket televizyona û bi kesên rayedar re hevdîtin çêkir lê ti cara encam negirt. Dayika rebene 105 salî, her tim îfade dikir ku, heta ez hestiyê lawikê xwe nebînim ez namirim.
Dayika Berfo, teva pîrbûn û nexweşiya xwe jî, her tim doza 12ê îlonê dişopîne û bi gepalê xwe diçe rûniştinê. Dibêje, “ez dixwazim hesabê xwe bi Kenan Evren re bibînim.”