Polîtîk

Bersiva Erdogan û Arinc bo Leyla Zana

 

Erdogan amadeye Zana bibîne

Piştî ku Leyla Zana endama parlamentoya Tirkiyeyê a ser bi lîsteya BDPê berî du rojan di daxuyaniyekê de gotibû ku, Erdogan dikare pirsa kurd li Tirkiyeyê çaerser bike û “ Ez hêvîdar im çareser bike” serokwezîrê Tirkiyeyê gotinên Zanayê bi erênî wesif kirin û di bersiva wê de got:

Heta nuha Leyla Zanayê daxwaza hevdîtinê digel min nekiriye, ji xwe eger ew weke parlamenterek daxwaza hevdîtinê digel min bike, ez dê wê qebûl bikim. Ez bi eşkereyî jî dibêjim ku ez amade me pê re bicivim.

Serokwezîrê Tirkiyeyê di berdewma axavtina xwe de got ku, ew hêvî dike ku, ew gotinên Leya zanayê ji tecrûbeya wê a zengîn be:

Xwezî BDPê û jî çek û PKK ji fikira xwe avêtibaye û li jêr sîbera parlamentoyê berdewamî bi tekoşîna xwe a siyasî bidaye.

Erdogan got:

Eger nîyeta aliyan pakij be, pirs çareser dibe

Her li ser vê meseleyê, Bilind Arinc cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê gotinên Zanayê bilind nirxandin û di bersiva gotinên parlamentera kurd Leyala zanayê de got:

Pêwîste em hemû sipasiya Leyla Zanayê bikîn, ew ji dilê xwe diaxive û awayekê rexne lixwegirtinê jî di dilê wê de hebû. Ez hêvî dikim ku ew gotinên wê jib o kesên din bibe mînakek baş.

Di hindek pirsan de, Leyla Zanayê rexn eli me girtiye, xwezî hevalên BDPê jî bi heman awayî weke birêz Zanayê rexne bigirtaye û li ser pêşeroja Tirkiyeyê dîtina zanayê erbigirtaya.

 

Back to top button