Polîtîk

Navê keştiya Osmanî: Kurdistan

Li ser navê welatê Kurdan, li ser Kurdistanê her tim niqaş têne kirin. Di paradîgmaya desthilatdarên înkarker de, berî her tiştî nav ji holê rakirin û rastî veşartin heye. Dema dîroka rastîn lêdikolî dibînî ku, çi ayda Kurd û Kurdistanê hebûye, hatiye tine hesibandin. Lê çiqas bikî jî rastiyeke jiyanê û dîrokê heye, roj tê rastî îderdikevin holê. 

Li Tirkiyê, di dibistana serete de bigre heta zanîngehê, mirovekî ku ji pergala perwerde û hînkariyê de derbas dibe, carek be jî, rasta navê Kurd û Kurdistanê nayê. Lê rastiya jiyanê ne wisaye. Kurd, bi çanda xwe, hûner û muzîka xwe, bi kevneşopî û nirxên xwe, bi wêje û berhemên xwe di jiyanê de hene, ev rastiya nayê înkarkirin. 

Ev keştiya ku di sûretê de xuya dike, keştiyeke dewleta Osmanîye. Ayda heyama dawîn a Osmaniyan e. Liser keştiyê Kurdistan heye. Navê keştiyê Kurdistan e. Îro ev rastiyana têne paşçavkirin.  Îro, rayedarek ku peyva Kurdistanê bikartîne, dibe nûçe. Çimkî, ev nav heta niha di 2 deran de derbas bûye. Di nav rêxistinên zirardayî de tê bilêvkirin; Kurd Tealî Cemiyetî. Yek jî di şêwazeke muzîkê de derbas dibe; Kurdî lî Hîcazkar. 

Tê zanîn, di navbera Tirkiyê û Kurdistana Başûr de, têkiliyên siyasî û bi taybet jî têkiliyên aborî hene. Mixabin nav hîn Iraqa Bakur e, ne Kurdistan e. 

Back to top button