Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne  qirêj kirin

PAK(Partîya  Azadîya Kurdistanê) bangî gelê me yê Başûrê Kurdistanê dike:”Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne  qirêj kirin”Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne kirêt kirin, bêne qirêj kirin. Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê divê ji bo çareser kirina pêwîstî û pirsgirêkên  gelê Kurdistanê bernameyeke maqûl û guncaw dîyar bike, pêk bîne.Mafekî  rewa ye ku gelê Kurdistanê ji bo  daxwazên xwe bi  rê û şêweyên demokratîk xwepêşandanan li dar bixe. Asayîşa Kurdistanê bi sebir , bêyî ku tûnd û tûjîyê li dijî gel bi kar bîne, divê rêzê li xwepêşandanên demokratîk  bigire.Herweha Asayîşa Kurdistanê divê rê nede ku hinek têkder tûnd û tûjîyê bikar binîn, rê nede ku êrîşî buroyên partîyan û dezgehên dewletê jî bikin .Belê  bi tu awayî nayê qebûl kirin ku di bin navê xwepêşandanê de, hinek kesên têkder  êrîşî  buroyên partîyan û dezgehên xizmetguzarîyê û yên dewletê û cîh û warên gelê me  bikin.Her êrîş û tûnd û tûjîya ku di bin navê xwepêşandanê de pêk tê, zerarê dide gelê me, dide welatê me, dide destkeftinên bi  xwîna şehîdan hatine bidest xistin.Di demeke ku Kerkûk careke din hatîye dagir kirin, di demeke ku Bexda, Îran û hemû xêrnaxwazên Kurdistanê bi planên qirêj dixwazin Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, nayê qebûl kirin ku tu kes bi êrîşên li ser partîyan û dezgehên Dewleta Kurdistanê, rê ji planên dagirkeran re xweştir bike.Em bangî  xuşk û biryên xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rêyên aştîyane daxwazên xwe bînin ziman û li destkeftîyên xwe yên 26 sal e hatine bidest xistin xwedî derkevin.Ne Ebadî, ne Malikî, ne Heşdî Şahbî, ne  Îran dê tu alî pirsgirêkên gelê me  çareser nekin. Divê hemû partîyên sîyasî li gel gelê me yê başûrê Kurdistanê çareyan ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Divê tu partî nebin piştgirê têkderan.Divê em ji bîr nekin ku li gel hemû pirs û pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî, tecrubeya 26 salî ya Başûrê Kurdistanê , bi sedan qat ji dema Sedam Huseyîn, ji îdareya nuha ya Bexdayê ya gendel, mehzhebî û  li dijî mirovahîyê ye baştir e. Bexda ya di destê rêvebirîya Şîeyan de ye  jî  îspat dike ku ew jî li ser rêbaza Sedam Huseyîn de ne û dê ji zilm û zordarîyê wêdetir tu tiştan nedin gelê me.Îdareyeke Dewleta Kurdistanê ya li gel hemû  pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî  ji zilm û neheqîya dagirkeran çêtir e.20.12.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: