Kultur

Daxuyaniyek li ser kitêba “Jînewariya Derwêşê Sado”

Berî niha bi demekê min e-nameyek ji kekê Şakir Epözdemir girt. Bi vî awayî ez pê hisîyam ku Zeynelabidîn Zinar kitêbek bi navê ”Jînewariya Derwêşê Sado” derxistiye û di vê kitêbê de ”Berevanîya Siyasî” ya Şakir Epözdemir ku bi munasebeta doza ”Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê” (PDKT) ya 1968an dabû Mahkemeya Antalyayê weke ya Derwêşê Sado, Saît Elçî û Şakir Epözdemir nîşan daye.

Ji bo ku berê di lêkolina xwe ya li ser PDKT min behsa vê Berevaniya Siyasî jî kiribû, kekê Şakir ji min xwest ku ez li ser vê meseleyê tiştekî binivîsîm. Min jî ji kekê Şakir nivîsand ku gava ez vê kitêbê peyda bikim û bixwînim, ez dê tiştên ku di vê derheqê zanibim binivîsim.

Kekê Şakir Epözdemir bi e-maila xwe, ev nameya li jêr jî ji min re nivîsîye û destûr daye ku ez wê biweşînim:

Memosteyê Hêja, Zinar Soran,

Zeynelabidîn Zinar û Derwêşê Sado; tişteke nebûyî kirin. Pirtuka Z.Abidin Zinar ji xeletên beyteşe dagirtî ye. Çavên wî/wan lê ye “bereveniya” min ji min bidizin. Wê bi sedan insan ji van derewan bawer bikin. Ezê wan neweyiyan çewa ji serê xelkê derînim… Gelo bo çî tişteke ne di rêda kirin. Bi hemî fedekarî û zehmetî me nehişt hevaltiya me qut bibî. Ma çend sal temenê me ma ye…?

Gelo ev “ez û ezî” çî ye. Niha li Kurdistana Bakûr 10 milyon Kurdên ku ji min û Derviş Akgül ne kêmtir in henin. Em kî nin…? Ma me Kurdistana Bakûr ji Qonaxek anîye qonaxeke baştir…?

Erê, me Kurdîtî kirî ye, rast e. Em li dora xwe mêzekin ka me çiqas ji bo xwe û çiqas ji bo Kurdan kurdîtî kirî ye. Divê Kurd, êdi dev ji vê nexweşiya navdarî û meznatîyê berdin. Serok, lîder û mezin diyar in, mezin kifş in. Ewên ku mezinin bi nefsbiçûkîyê mezin bûne. Meriv xwe bide ber eynika dêwan gewda meriv mezin dibî, lê divê mezinayîya mezinan miletê Kurd bipejirîne.

Kitaba Bîrhatinên Pencinaran û bîrhatinên Derwêşê Sado bi derew û neweyî û fortên Xerzanê dagirtî ye. Zeynelabidîn navê Partiya Dr. Şivan li Partiya ku Dr. Şivan birîndar kir û Derwêş Sado li ser banê wê rûnişt danî ye. Haya Derwêş ji Partîyê nîne. Wesa xuya dike ku nizane navê Partiya Seid Elçî PDKTyê ye. Navê PDKT bûye PDK-T… Herkes dizane ku ev navê partiya Dr. Şivan e.

Mamoste,

Zêde dirêj nekim. Du tişt gelek min êşandin. Ez dixwazim ji cenabê te ra bêjim. Lewra lêkolînên te li ser rêxistina PDKT hene. Tu dîroka Partîyê dinivisînî. Ew du niqte ev in:
1-Di pirtûka Zeynelabidîn Zinar ya bi navê “Jînewariya Derwêşê Sado” rûpela 180ê pregrafa 1ê da qeydeke welê heye:

“Di doza PDK-Tyê ya li Antalyayê de, belgeyê herê giring, berevanîya siyasî çendî ku li ser navé Seîd Elçî, Derwêşê Sado û Şakir Epözdemirî hatîye kirin lê ev, berevanîya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkîyê bûye …” Di dewama vê pragrafê da , nivîskarê me Z. Zinar dibêje: “Ev Berevanî di 25ê Çeleya Pêşî, ya 1969an de, tevek ji Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê re hatiye hinartin. Bi kurtî naveroka berevanîyê eva li jêrê: (Zebta Dadgehé, r. 3-4)” …

Ev yeka ha ji dizîyê wêdatir e. Talan e, xesp e … Di vê Mehkemeya ku em 16 kes lê berevanî kir, ez di rêza 2an da me. Said Elçi di sira 9an da ye. Derviş Akgül ji di sira 10an da ye. Herkes di sira xwe da gava radibû li gor iddîaya ku jê tê pirskirin cewaba xwe dide. Me tişteke nivisandî nedaye mehkemeyê. Hema li gora cesaret û rastîya pirsa Kurd û Kurdistanê herkesek li gora zanîna xwe tiştek li hev anî ye û gotî ye.

Mamoste! Ka ezê çî bêjim…? Niha ilimdarê xwedîyê 100 pirtûkan Zeynelabidîn Zinar, ma nikariya berevaniya Derwêş Akgül ji Arşîwa DGM ya İzmîrê bigirta û banîya? Derwêş hezar caran bêhtir gotîye “berevanîya min hinda bû ye”.

Em bêjin İzmîr dûr bû, lê ma Midûretîya Emniyeta Diyarbekiré jî dûr bû…?

Bila Zeynelabidîn daxwaznameyek ji Walîyê Diyarbekirê ra binivsanda, bila bigota eva 44 sal di ser vê meseleyê da borîn. Ez bîrhatinên Derviş Akgül dinivîsim, bi emr û fermana cenabê we, ez ewraqên ifada Derviş Akgül ya ku li MİTa Amedê di roj û hejmara ‘ Şubat 1968 gün 206 sayılı Diyarbakır İli Emniyet Müdürlüğü birinci Şube şefi Nazım İrhan elile hazırlanmış 3 sahifeden ibaret kanaat ve Müteala; Derviş Akgül’ün 12.02.1968 tarihinde Nazim İrhan ve Polis Memuru Ömer Şahin tarafından alınmış bulunan 6 sahifeden ibaret ifadesi’ (…) da ye; ji kerema xwe ra fotokopîyeke wê ifadeyé bidine min.

(Yanê: li Midûriyeta Diyarbekir 3 per Mutaale û 6 per ji ifada Derviş Akgül ku roja 12.02.1968é Nazim İrhan û memurê Polês Emer Şahim ifada Derwêş girtine hejmara wê 1968/206 e, ji Walîyê Diyarbekiré bila bixwesta.)

Em bêjin ev jî ne mimkin bû: Bila Mamoste Zeynelabidîn li wê biryara Mehkema Antalyayê da ifada Derviş Akgül di sira 10an da û li gora Zebta Mehkemeyê rûpera 7ê da ku waha gotî ye:

“Ez neketime tû rêxistinekê. Xebera min ji Tuzikê jî tine. Min alîkarî jî nekirî ye. Li mala min dest danîne ser kitêbên min yên îngilîzî û dînî. Eleqeyê van bi vê yekê va nîne.” têxista Fortnameya Mala Faro.

Tirkiya İfada Derwêşê Sado jî ev e:

“Ben herhangi bir teşekküle girmedim.Tüzükten haberim yoktur. Yardımda etmedim. Aramadan dini kitaplarım, İngilizce kitaplarim ele geçti. Bunların alakası yoktur.”

2- Di pera 210an da Mela Zeynelabidîn ji devê Derviş Akgül vana dibêje:

“Her waha çendî ku me bi biryara Partîyê di 1971ê de li Navpirdanê Şakir Epözdemir ji partîyé avêtibû jî, lê min dîsa ew bi xwe ra bir Misircê û li kamyonekî siwar kir, hinart Tetwanê. Ji wê rojê û heya îro, Şakir Epözdemir xwe ji siyasetê dûr kirîye û ji xwe re bazirgantî dike. Her weha piştî 1971 Şerefeddîn Elçî jî xwe ji partîyê dûr kir û çû kete partîyên legal ên Tirkîyê û di 1977an de ket parlemanê û piştre di APé (Edalet Partî) de bû wezîrê Avadanîyê jî.” (!)

Mamoste… Niha Şerefeddin Elçi sax e, telefona wî ………e. (Min numreya telefonê nenivisî – Zinar Soran) Telefonekê veke jê bipirse, ka çewa dikarin li ‘Navpirdanê’ bi serê xwe min ji partîyê bavêjin. Hemin xebera Şerefeddin ji vê pazarê tine. Derwêş bi serê xwe, min ji partîyê avêtibe mimkin e. Ji xwe weka seriyeka kelemê belgo belgo herkes ji wê partiya xwurt avêt heya ma bi tenê. Em 3 heval mabûn li ser ehda hevaltî ye, me jî tehemmil nekir, belga paşîya paşî ez bûm, Derwêş min jî avêt. Tenê qurma kelemê maye di destan da.

Dr. Şivan biryara kuştina min li hafa çavên min da, lê weka biryara hevalê min Derwêş ku dibê ‘me ji partiyê avêtibû’ min neêşand. Derwêş û Mistefayê Mala Cemil Paşa bûn yek, Şerefeddin jî iqna kirin, min xistine hevalê Dr. Şivan, wî û Şerefeddîn Elçî bi hevra ji cenabê İdrîs Barzanî ra jî vê tertiba Mistefa Beg erz kirin. Û ez di binê tohmeteke ku tu wextê ji bîra min dernakeve mam û mam. Wê Xwedê hertiştî bîne ser rastîyê. Lê çibikim ku bêhna Xwedê fireh e, bi derengî dixe. Belkî rojek arşiwa Şoreşê vebe û qenc û xerab kifş bibin.

Min û Derwêşê Sado 55 salan Bİ HEVRA ÎDARE KİR. Min nedixwest ku ez gazinan ji hevalekî xwe yê 55 salan bikim. Ev jî qeder e. Ne di destê min da ye.

Rêz digirim,

Şakir Epözdemir

Damezrênêr û Azayê Koma Navkom û Muhasibê Giştî yê PDKT (1965-1971)

———————————————————————-

Çendê berê min ev Kitêba Zeynelabidîn Zinar peyda kir û bi hûrgulî xwend. Ji bo kitêb li ser jiyana Derweşê Sado ku damezrînerekî PDKTyê bû, ez bi hêvîbûm ku di vê kitêbê de hinek agahdariyên nû yên li ser PDKTyê hebin û beşekî dîroka me ya nêzîk bêtir rohnî bike. Lê mixabin gava min kitêb xwand, ew hêviyên min stewr û stuxwarî man. Cihê xemgînîyê ye ku Zeynelabidîn ne tenê Berevanîya Şakir Epözdemir kiriye malê Derwêşê Sado û xwestîye navê Saîd Elçî jî bi kar bîne; herweha wî bingeh û tevna beşê li ser PDKTyê ya kitêba xwe ji lêkolîna min ya li ser PDKTyê bê ku ji min bipirse û bê ku çavkaniya wê nîşan bide, pêk anîye. Di hinek cihan de hinek gotin û hevok guherandiye û di hinek cihan de jî bê ku tiştekî biguherîne daye ber meqesan û weke pîneyên rengorengo di kitêba xwe bi cih kiriye.

Ez dixwazim vê gave bi çend numûnayan û hinek pirsan li ser beşê PDKTyê yê vê kitêbê rawestim. Bi vî awayî ez dixwazim bala kevnehevalê xwe Zeynelabidîn jî bikşînim ser hinek prensîbên giştî yê nivîskarî û lêkolîneriyê û herweha ev tiştê kiriye ku li bejna nivîskarî û lêkolîneriyê nayê. Ji ber ku mafê mirov tuneye ku xebat, lêkolîn ya jî nivîsên kesên din bê destûra wan û heta bê ku çavkaniya wan nîşan bide, weke yên xwe binîvîse. Ez hêvîdarim ku wê Zeynelabidîn bikaribe bersîva van pirsan min bide!

1) Zeynelabidîn di dewsa Pêşgotina destûr û programa PDKTyê ku orjînala wê bi kurdî hatiye nivîsnadin binivîse, wî wergerek kurdî ya ji kurdiya pêşgotina PDKTyê nivîsiye. Zeynelabidîn di binê wê de jî ev têbinîya nivîsîye:

“1) Tercumeya vê “PEYREW û BERNAMEYA PDK-Tyê” ji xala yek heta dawiyê xala 4an, ji aliyê Mîrahac ve hatiye kirin.
2) Tercûmeya ji xala 5an heta “BEREVANIYA DîROKî” ji aliyê Zinar Soran ve hatiye kirin.
Kontrolkirin û rastkirin rêzimanî jî, ji aliyê nivîskarê pirtûkê ve hatiye kirin” (1).

a) Berî her tiştî “Program û Destûra Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê” ya orjînal bi kurdî hatiye nivîsandin. Kurdîya wê jî kurdîyek gelek paqij û delal e. Ji bo çi Zeynelabidîn ev belgeya dîrokî weke xwe û bê ku dest bide, bi awakî orjînal nenivîsîye û tercûmeyek wê nivîsîye?

Eger ev belge bi kurdî tunebûya, mafê Zeynelabidîn hebû ku wî ew tercûmeyî kurdî bikira. Eger ev belge di destê wî de tuneba, wî dikarîbû ji lêkolîna min ya li ser PDKTyê bigirta û çavkanîya wê nîşan bida!

b) Ew têbiniya di kitêba Zeynelabidîn jî numûneyeke gelek balkêş e û dide diyar kirin ku hayê wî ji hinek belge û wesîqeyên PDKTyê tuneye. Ji ber ku ew xalên program û destûra PDKTyê ne tercûma min e; ew ji ber program û destûra PDKTyê ya orjînal ku bi kurdî hatiye nivîsandin, hatine girtin. Ma belgeyek dîrokî bi kurdî hebe, mafê kê heye ku wê belgeyê weke xwe nenivîse û li gor dilê xwe “rast” bike?

Eger ev” tercûme” ya min bûya jî, ma kê ew mafê “kontrolkirin û rastkirina rêzimanî” daye Zeynelabidîn?

2) Zeynelabidîn du wêneyên program û destûra PDKTyê di vê kitêbê de weşandiye. Gelo Zeynelabidîn van herdu wêne ji kî derê peyda kiriye û ji bo çi çavkaniya wan nenivîsîye?

Ev herdu resim min bi xwe ji ber destûr û programa PDKT ya eslî kişandine. Wêneyê berga pêşî ya destûr û programê, teva lêkolîna min ya li ser PDKTyê cara pêşî di sala 1996 û 1997 an de, di rojnameya ARMANCê de ku li Swêdê û bi kurdî derdiket, hatiye weşandin. Herweha bi munasebta salvgerên damezrandina PDKTyê evherdu wêne û ev lêkolîna min bi kurtayî di gelek malperên kurdan de jî hatine weşandin. Vê gavê jî ew lêkolîn û herdû wêne di arşîva gelek malperên kurdî de hene. Xwendevanên ku bixwazin dikarin wê lêkolîna min û van herdu wêneyan ji malpera “Platforma Neteweyî” (www.netewe.com) jî peyda bikin; van wêneyan bi wêneyên ku di kitêba Zeynelabidîn de hatine weşandin de, bide ber hevdu û vê rastiyê bi çavên serê xwe bibînin (2).

3) Beşê “Çalakiyên Partiyê û bûyerên Girîng” yê vê kitêbê ji derveyî guherandina hinek gotin û hevokên bi zanebûn, ji agahdariyên kekê Şakir Epözdemir û nivîsa min ya bi navê PDKT DESTPÊKA QONAXEKE NÛ -Bi munasebeta 45 salîya damezrandina PDKT- hatiye girtin (3). Li gel agahdariyên din Zeynelabidîn tercûmeya min ya axaftina rahmetîyê Saîd Elçî bê ku çavkaniyê nîşan bide weha nivîsîye:

“… Ez ne endamê tu partiyê me. Ez ne dost û ne jî dijminê tu partiyê me. Hûn kesên ku endamên gelek partiyan ne; pêşniyaz û rica min ji we, di nav tengasî û sofitiya partiyan de nemînin. Hûn endamên kîjan pariyê dibin bila bibin, gava menfaetên welatê we kete ortê, derdên xwe bi awakî eşkere bibêjin. Eger partiya we li derdên we xwedî dernekeve, bi ciwanmêrî îstifakirinê bizanibin. Kîjan partiya dibe bila bibe, hurmeta me ji wan re heye. Ew bûjenên demokrasiyê ne.Partiyên ku li ser derd û kulên me ranewestin, tenê ji bona reyên me bigrin bên ber deriyên me, kîjan partiya dibe bila bibe, heta partiya we be jî, bizanibin wan biqewirînin. Bi vê yekê hûn ciwanmêriya xwe bi xelkê didin ispatkirin…”

a) Zeynelabidîn ji kerema xwe re bibêje, te axaftina rahmetliyê Saîd Elçî ya Mitînga Siwêregê ji kî derê girtîye?

Ma ev axaftina rahmetiyê Saîd Elçî ji dervî lêkolîna min ya li ser PDKTyê ku di rojnameya Armancê û hinek malperên kurdî de derketine, li dereke din hatiye weşandin?

Min ew axaftin ji ber kaseta dengê rahmetiyê Saîd Elçî girtiye. Axaftin bi tirkî hatiye kirin û min ew wergerandîye kurdî. Kaset di arşîva min de ye. Eger Zeynelabidîn bibêje min ev axaftin ji nivîsa te girtîye, ji bo çi te çavkanî nîşan nedaye?

b) Zeynelabidîn di tercûmeya min ya vê axaftinê de jî du guherandin kirine:
– Gotina ”organên” bi ”bûjenên” guherandiye.
– Hevoka ”… hîn bibin, ciwanmêr bin, li şexsiyeta xwe xwedî derkevin….” bi vî awayî nivîsandiye: ”Bi vê yekê hûn ciwanmêriya xwe bi xelkê didin ispatkirin… (4).

4) Zeynelabidîn beşê bi sernivîsa ”Nijadperestiya Medyaya Tirkiyê” dîsa ji vê lêkolina min girtiye. Ji bo ku wê gelekî dirêj be, ez dê tenê perçenivîseke min ku Zeynelabidîn di kitêba xwe de nivîsîye, bi xwendevanan re par ve bikim:

”Xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên Kurd, li hember van weşanên nîjadperestî bêdeng nemane. .. 19 komeleyên xwendekaran yên kul i ser navên bajarên Kurdistanê hatibûne avakirin, bi belavoke hevbeş bi sernavê ”JI RAYA GIŞTî RE, Kî Kê DIQEWIRîNE? FERMO MEYDAN” belavkirine û bîr û baweriyên nijadperestiya Tirkan protesto kirine.
Li gor hinek agahdariyên taybetî, di amadekarina vê balavokêa hevbeş de, roleke taybetî ya Koma Azadiya Kurdistanê (KAK) çebûye û bi hewldana vê belavokê, cara pêşî bûye ku bi tevger hebûna xwe dane nîşandan. Piştî belavokê, dengvedanek mezin li Kurdistanê çêbûye û ew yek ji bo amadekirina Mitîngên 1967an bûye bingeheke girîng” (5).

Zeynelabidîn di vê derê jî bê ku çavkaniyê nişan bide ev perçenivîs ji lêkolîna min ya li ser PDKTyê girtiye. Bi destûra xwendevanan be, ez ê vê perçenivîsê ji lêkolîna xwe ya ku hê di sala 1996an de min weşandiye neqlî vê derê bikim, da ku xwendevan jî bibînin, bê Zeynelabidin bi çi awayî û bê ku çavkaniya wê nîşanbide, weke malê xwe nivîsîye:

”Xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan, li hemberî van weşanên nîjadperestî bêdeng neman. Ji çar aliyên Kurdistanê telgrafên protestoyê hatin şandin. 19 komeleyên xwendekaran yên ku li ser navên bajarên Kurdistanê hatibûn ava kirin, bi belavokeke hevbeş, ya bi sernivîsa ”JI RAYA GIŞTÎ RE, KÎ KÊ DIQEWIRÎNE? FERMO MEYDANÊ” ! ew nivîs û bîr û baweriyên nîjadperest protesto kirin:

Li gor hinek agahdariyên taybetî, di amadekirina vê belavoka hevbeş de, roleke taybetî ya hevalên Koma Azadiya Kurdistan(KAK)ê çêbûye. KAKê, bi hewldana vê belavokê, cara pêşîn bi tevgerî hebûna xwe daye hîs kirin. Vê belavokê li Kurdistanê dengekî mezin derxist û ji bo amadekirina Mitîngên 1967an bû bingehekî girîng” (6).

5) BERVANIYA DÎROKÎ
Ev beş cihê xemgîniya herî mezin e. Ez herî bêtir ji bi vê neheqiyê êşiyam. Ji ber ku ev Berevaniya Siyasî, ya Şakir Epözdemir e û wî bi munasebeta doza PDKTyê ya 1968an li ser navê xwe daye mahkemeya Antalyayê. Bi rastî jî belgeyek dîrokî ye. Li gor şert û rewşa wê demê berevaniyeke weha cihê pesn û serbilindiyê ye. Herweha hêja ye ku her siyasetmedar, nivîskar û lêkolînerê kurd vê belgeya dîrokî bixwîne.

Lê mixabin Zeynelabidîn di şûna ku vê Berevaniya Siyasî weke ku heq kiriye binivîsîne, wî bi awakî neheqî Derweşê Sado jî kiriyê şirîkê vê Berevaniyê û ji bo ku mijê têxe ser rastiya vê meseleyê, navê rahmetiyê Saîd Elçî jî bi zanebûn bi kar aniye. Zeynelabidîn li ser vê Berevaniya Siyasî weha nivîsîye:

“Di doza PDK-Tyê ya li Antalyayê de, belgeyê herê giring, berevanîya siyasî çendî ku li ser navé Seîd Elçî, Derwêşê Sado û Şakir Epözdemirî hatîye kirin lê ev, berevanîya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkîyê bûye …” (7).

a) Ev bêbextiyek mezin e. Mafê kesekî tuneye ku hinek kesên din bi awakî bêbingeh bike şirîkê berevaniyek weha siyasî. Ev Berevaniya Siyasî tenê ya Şakir Epözdemir e û wî li ser navê xwe daye mahkemeya Anyalyayê.

Em bibêjin Zeynelabidîn xemsarî kirye û bê ku lêkolînekê li ser bike, şaşî û neheqiyek weha li Şakir Epözdemir û dîroka me ya nêzîk kir; ma Derweşê Sado rastiya vê meseleyê nizane û çawa dikare bibe şirîkê şaşî û neheqiyek weha?

b) Ev Berevanî bi tirkî hatiye amade kirin. Min cara pêşî di sala 1996an de beşekî wê wergerand kurdî û di nav lêkolîna xwe ya PDKYyê de di rojnameya Armancê de weşand. Bê guman gava min ev yeka kir, min ew weke ya xwediyê wê yanî Şakir Epözdemir nîşan da û bi awakî neheqî kesek nekir “şirîk”ê vê belgeya dîrokî!

c) Zeynelabidîn gava beşekî vê wergera min ya vê Berevaniyê di kitêba xwe de nivîsandiye, dîsa çavkanîya wê nîşan nedaye (8).

Bê guman di vê kitêbê de gelek şaşî û neheqiyên din jî hene. Lê weke ku min li jor jî diyar kiriye; min xwest ku ez bi kurtayî, bi çend numûyan û hinek pirsan helwesta Zeynelabidîn ya ku li bejna nivîskarî û lêkolîneriyê naye, ji raya giştî re diyar bikim. Ji ber ku Zeynelabidîn bê ku ji min û kekê Şakir Epözdemir bipirse û bê ku çavkaniyên wan nîşan bide, gelek agahdarî û belgeyên me weke ku yê wî ne, nivîsandiye.

Loma jî min weke wezîfe û pêwîst dît ku ez van şaşî û neheqiyên hatine kirin ji raya giştî re diyar bikim. Ji ber ku ev kitêb ji bo raya giştî hatiye weşandin û gelek kes dikare lê hay nebe, ku ev kitêb bi gelek şaşî û neheqiyan hatiye “xemilandin”.

Eger Zeynelabidîn ne bi van agahdarî û belgeyên ku min bi kurtayî nivîsîne re be, bê guman mafê wî jî heye ku ew jî bi “belge” û agahdariyên xwe raya giştî agahdar bike…

Di pêş de, ez dê bixwazim li ser hinek şaşî û agahdariyên din yên şaşî û nerastiyên di vê kitêbê de hatine nivîsandin jî rawestim…

Zinar Soran
Stockholm, 2012-04-16

Têbinî:
(1) Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Nas Ajans Yayinlari, rûpel 155
(2) Ji bo vê lêkolînê û bergê pêşî yê Destûr û Programa PDKTyê binere: Armanc, Stockholm, hejmar 173 (1996), hejmar 174 (1997), hejmar 177-178 (1997).
(3) Ji bo vê nivîsê binere: www.netewe.com
(4) Binere: Armanc, Stockholm, çiriya paşîn 1996, hejmar 173.
(5) Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Nas Ajans Yayinlari, rûpel 165-165.
(6) Binere: Armanc, Stockholm, tîrmeh 1997, hejmar 178.
(7) Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Nas Ajans Yayinlari, rûpel 180.
(8) Binere: Armanc, Stockholm, tîrmeh 1997, hejmar 178.

Back to top button