
Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da dibêje ku ew pêşwaziyê li serdana vê dawiyê ya şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Brett McGurk Nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê, herwesa di daxuyaniya xwe da bang li hemû hêzên siyasî dike ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêkên xwe bi diyalog û li hevkirinê çareser bikin û hemû bi berpirsiyarî tevbigerin û dibêje: “Ya ku me dike yek û li hev dicivîne ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e”.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:
Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serdana vê dawiyê ya şandeya Hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya birêz Brett McGurk Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û Amos Hockstein Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên jêrxana cîhanî û ewlehiya enerjiyê dike.
Em pêdagirî û piştevaniya xwe ji bo pêwendiyeke bihêz û berhemdar ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Hikûmeta Amerîkayê li ser bingeha rêkeftina Çarçoveya Stratejîk careka din dupat dikin.
Herêma Kurdistanê li pêşberî rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan daye. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkariya navbera hemû aliyan da heye, bi taybetî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev ra paşeroja vê herêmê di destê wan daye.
Em bang li hemû hêzên siyasî dikin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêkên xwe bi diyalog û li hevkirinê bi sîngek berfireh çareser bikin. Ya ku me dike yek û li hev dicivîne ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bona ku em bikaribin careka din aramî û yekrêziyê vegerînin, ji bona ku em bikaribin berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û pêşbixin, divê em hemû bi berpirsiyarî tevbigerin.
Her wiha em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam yên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê da, em dikarin pirsgirêkên hêlawestî digel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.01.2023