Polîtîk

Erdogan: Hilbijartin 14ê Gulana 2023ê de çêdibe

Serokomarê Tirkiye û serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Civîna Koma Meclîsê ya partiyê de got ‘Hilbijartin wê kengî bê kirin?’ Erdogan gotubûjin li ser roja hilbijartina dawî anî û roja hilbijartin bene kirin eşkere kir.  Erdogan bi bîr xist ku Adnan Menderes di 14ê Gulana 1950î de got: “Êdî bes e gotina millet e” û hilbijartinan de serkeftin destve anî.  Erdogan berdewamiya axavtina xwe de got:  “Em di sala 2023an de bi gotina “Êdî bes e, gotin jî, biryar jî û pêşeroj jî ya millet e.” Emê ji wan piştevanên darbeyan re, yên ku bi navê maseyê 6 kolî derdikevin himber me jî re bejin “Edî Bes e“.

 Erdogan di axavtina xwe de got:

““Şikir ji Xwedê re, di her hilbijartinê de me karî em serkeftinê destve bînin. Ji ber vê yekê çi vê hilbijartinê ji yên din cuda dike? Em bi hîleyên bêaqil ên wesayetê ketin hilbijartinên 2007’an. Em di hilbijartinên 2018’an de bi pirsgirêkên pergala rêveberiya nû re rû bi rû man.

Ji aliyekê ve em ketin hilbijartinên 2023’an bi têkoşîna bi bandorên krîzên dawî yên li cîhanê li ser welatê xwe. Ji aliyê din ve bi xapandinên tifaqa ku kesnizanê çewene ya li pêşberî me*behsa maseyê6 kolî dike), ji aliyekê ve em bi hemû awayî hewldidin ku sozên me dayîn miletê xwe bînin cih. Ji berî her tiştî, em bi heyecana avakirina vîzyona Sedsalê ya Tirkiyeyê li ser binesaziya demokrasî û pêşveçûnê ya ku di 20 salan de me ava kiriye, amadevaniyekî  dikin.

Hilbijartinên 2023’an hem sembola siyaseta me ya 20 salan e û hem jî destpêka Sedsala Tirkiyeyê ye.

Back to top button