Civak

Daxûyaniyek ji Rojevakurd

Xwendevanên Hêja

Rojevakurd dema ketî di jiyana weşanî de û heta niha xwediyê rêçek ya weşanî ya taybet e. Herweha Rojevakurd wek dezgehekî kar dike. Kesek  bi tenê li ser naveroka weşana Rojevakurd ne xwedî berpirsiyar e. Desteyek heye û ev desteya rêvebirîyê biryar dide ka gelo nivîsek bê belav kirin yan na.

Lê hinek pirensîbên ku hemî endamên desteya rêvebir girêdidin hene.

Rojane gelek nivîs di rêya maila malperê re digihin destê me. Em van nivîsan hemûyan berçav re derbas  dikin. Eger di nivîsekê de hakaret, dijûn çêr yan jî tawanbarkirina kesayetek yan saziyek tunebe ew nivîs tê belavkirin. Ji bo naveroka tu nivîsan jî em sansurê danaynin li kesekî yan jî nivîsa wan.

Navê xwediyê nivîsê û naveroka nivîsê ji bo me ne gelekî giring e. Herkesek ne pêwiste jî wek hev yan jî perspektifa Rojevakurd de pirs û bûyeran şirove bike yan jî binirxîne. Dema hekaret, gotinên xirab tunebe tenê rexneyek siyasî û çerçova edeb û exlaqê rojnamevaniyê de be em nivîsan belav dikin. Em tu cara ji dîtin û şiroveyên cuda natirsin û dixwazin bûyer piraniya caran piralî bêne gotubêj kirin.

Herweha gelek şirove  ji bo nivîs û hinek nûçeyan digihin destê me. Eger cardin  heqaret, xeberên xirab û dûjîn tûnebin em destê xwe nadinê û belav dikin.
Di rastiya xwe de em wî mafî nadin kesekî jî bêjin we ji bo çi nivîsa filan belav kir yan jî ya filan belav nekir. Dema kesek bixwaze nivîsekî rexne bike bila kerembikin binivîsin dema heqaret û gotinên xirab di têde tunebin û em belav nekin hînge mafê wan heye gazinda bikin.

Rojevakurd li gora xwe xwediyê  xetek siyasî û misyonekî ye. Rojevakurd ne rêxistinek yan jî partiyek siyasiye. Bila kesek me tevlî weşana rêxistina neke. Kesek jî ji bilî desteya rêvebiriyê ne xwedî biryarêye li ser Rojevakurd. Lê rexne hebin ser çavan, em pêşwazî li rexneyan dikin. Hinek kêmasiyên me bêjin em keyfxweş dibin û spasiya wan dikin.
Berpirsiyarê malpera Rojevakurd

Nasrat Hacî
09.02.2012

 

Back to top button