Polîtîk

Turkiye li himber Suriye ne xwedî siyasetekiye

Altan Tan parlamenterê BDPê di preskonfrensekê de daxaz ji parlamentoya Tirkiyeyê kir ku derheqê siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê de lêkolîne lêpirsînê dest pê bike.
 
Tan di preskonfrensê de balkişand ser bûyerên li Sûriyê diqewimin û hijamra kuştiyan û got:

-Heta nuha nêzîkî 7 hezar kes li Sûriyeyê hatine kuştin. Em weke hevwelaiyên Tirkiyeyê dilgiranin ji ber ku piraniya meriv û xizmên me li Sûriye dijîn.

Parlamenterên BDPê di axavtina xwe de behsa wê yekê dike ku kurdên Sûriyê bi serokatiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û got:

-Partiyên siyasiyên kurdên Sûriyê bi serokatiya Mesûd Barzanî li hewlêrê civiyan û dibe ji bo kurdên sûriyê statuyek bê diyar kirin. Ez jî hêvîdarim ew statuye bê diyar kirin û rijêma zordara sûrî bê guhertin.

Altan Tan di berdewamiya axavtina xwe de di preskonfrensê de behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê kir û got ku siyaseta AKPê ya li hember Sûriye hertim siyaseteke şaş bûye, beriya nuha têkeliyên xurt digel Sûriyeyê hebûn nuha bervajîye û hikûmeta Tirkiyeyê ji bilî hawarkirinê tiştek din nake:

-Ez di wê baweriyê deme ku hikûmeta Tirkiyeyê siyaseteke cidî li hember Sûriyeyê nine, ji ber hindê ez pêşniyar dikim ku parlamento li hember siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember Sûriyeyê lêkolîn bike.

 

Rojevakurd

Back to top button