Polîtîk

Pêwendiyên PDK û Ak Parti di medya Tirki de

Li dor vê preskonfrensê rojnameya tirkî Radîkal dinivîse ku Omer Çelik cîgirê serokê AKP ê pêşwazî li heyeteke Partiya Demokrata Kurdistanê a bi serokatiya Hêmin Hewramî berprisê peywendiyên derve yên Partiyê kir û piştî civînekê hevbeş Çelik û Hewramî di preskonfrensekê de behsa encamên civîna xwe kir û bersiva rojnamevanan da.

Di preskonfrensê de Omer Çelik îşaret bi wê yekê kir ku ew giringiyeke mezin bi têkeliyên navbera AKPê û PDKê didin û got:

-Hevdîtina min digel Hêmin Hewramî, yek ji hevdîtinên navbera AK Partî û KDPê ye û em weke AKP dixwazin di gelek waran de hevahengiyê digel PDKê pêş bixin.
Çelik got ku ew dixwazin di ware kulturî, abûrî û siyasî de pêwendiyên xwe digel PDK ber bi pêşve bibin û Tirkiye giringiyeke taybet bi emin, sayîşa û ber bi pêşveçûna zengînbûna herêma Kurdistanê dide:

– Em piştgiriya stratejîya PDKê ku, ji bona çareserkirina pirsgirêkan li deverê  û yekparçeyîy Îraqê amadekiriye,  dikin. Di devera mede pêşhatên gelek girign rû didin û PDK bi stratejîya xwe ku aşitiye, dibe mînakeke êkane ji bo bizavên siyasî li deverê.

– Civîna serok Barzanî digel kurdên sûrî û danana stratejiya aşitiyê di wê civînê de, xaleke giring bû.

– Desthilata bakurê Îraqê li hember dirustbûna cudahiyên mezhebî û netweyî li Îraqê yekparçeyîya Îraqê diparêze û ev yek jî ji bo me gelek giringe. Em piştgiriyê li civîna navbera aliyên siyasiyên îraqî de ku, li Hewlêrê bê sazkirin ku Barzanî pêşniyar kiribû dikin. Em piştgiriya wê yekê dikin ku têkeliyên birayên me yên kurd digel erebên sunne û tikmenan xurtir bibin.
Hêmin Hewramî berprisê têkeliyên derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê di preskonfrensê de behsa armanca serdana xwe kir û got ku armanc ji serdana wî bo Tirkiyeyê û civîna bi berprisên AKpê re ew bû ku di hemû waran de têkeliyên xwe digel AKPê pêş bixin:

-Peyama mej i bo aşitiyê zêdetire, em di wê baweriyê de nek u şidet xizmeta tu aliyan nake û ti partî nikarin bi rêya şidetê serbikevin. Tirkiye jib o bakurê Îraqê û xelkê Îraqê hevlabendeke giring û stratejîk e. Em dixwazin têkeliyên xwe di ware abûrî û siyasî de digel Tirkiyeyê xurtir bikin.

-Em dixwazin pirsgirêkên Îraqê di çarçoveyê destûra Îraqê de çareser bibin û êdî nabe careke din Îraqê ji aliyê şexsek yan partiyek ve bê birêvebirin. Pêwîste hemû grûpên netewî beûdarî desthilata Îraqê bikin û eve ya ku Îraqê bihêz dike
 
Hewramî di preskonfrensê de behsa rewşa Sûryeyê jî kir û got ku dive kurdên sûriyê ew bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin:

– Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste kurdên li Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û em dixwazin kurdê sûrî di sûryayeke yekgirtî û demokratîk de bijîn.

Back to top button