Polîtîk

Daxûyaniyek ji PDK-ê

Ev texta daxuyaniya mekteb siyasiye;

Welatiyên birêz yên Kurdistanê,

Pêşkeftinên heyî yên di her warê de yên li Kurdistanê de, hewldanên heyî yên ji bo pêşxistina Kurdistanê yên ku ji aliyê Serokê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ve tên dayîn, bûne sedema vê ku neyarên Gelê Kurd û bizava rizgarîxwaz ya Gelê Kurd hewl bidin daku, ev rewşa aram û bi ewle ya Kurdistanê bikin hedefa armancên xwenî qirêj daku bi vê awayî rewş û aramiya han aloz bikin.

Ev aliyên han û Cîgirên Dijminên Gelê me hertim hewl didin daku rewşa heyî ya li Kurdistanê aloz bikin û di nava civaka Kurd de nakokî biafrinên.

Ev neyar û dijberên han dizanin ku PDK bi Serokatiya Serok Barzanî hertim pêşeng û fedayiyên pêşkeftin û pêşde birinêye, lewre ev neyarên han hertim hewl dane ku Serok Barzanî û PDK bikin armanca pilanên xwenî qirêj û neyarane daku bi vê rengî zererê bidin wan û wan biêşînin.

Armanca wan eve ku bi pilanên curbicur pêvajoya pêşkeftin û bi dest xistina destkeftan bi Serokatî Serok Barzanî û Partiya me aloz bikin û pêvajoya demokratîk ya Kurdistanê aloz bikin û destkeftên heyî yên Gelê Kurd tune bikin.

Ji ber vê yekê hun jî dizanin ku ev demeke hin pilanên çewt û napak li dijî Serokê Kurdistan û PDK ji aliya hin kesan ve tên amadekirin, lewre organîzasyoneke çapemenî hatiye kirin daku li hundir û ji derveya Kurdistanê dest bi hin propagendeyên neyarane û dijmnane bikin û tiştên nerast û şaş belav bikin daku bi vê rengî moralên Gelê me xirab bikin û Gelê me bê omîd û reş bin bikin.

Em weke partiya demokrata Kurdistanê bi başî dizanîn ku, ev kesên ku ev pilanên han amade dikin û ev kesên ku piştgîriya wan pilanan jî dikin ev kesên ku, nikarên pêşkeftinên heyî li Kurdistanê de bibînin, ev aliyên han di dema derbas bûyî de bi rêbazên curbicur li dijî partiya me hewl dane û îro jî maska xwe guhertine û dest bi hewldanên din kirine. Ev kesên han ji aliyê PDK û Gelê Kurdistanê ve tên naskirin, şopa destê wan di demên derbas bûyî dejî li dijî Gelê Kurd diyare, her kes jî dizane ku armanca wan çiye.

Her beriya hilbijartinên Kurdistanê heta ku niha me dizanî ku hin neyar dixazin ev rewşa aram ya ku bi himet û keda partiya me hatiye bidestxistin aloz bikin, bi mebesta aloz kirina rewşa Kurdistanê dest bi teqandinên curbicur kirin û pişt re jî dest bi refandin û koştina Xwendekar û Rojnamenûs Serdeşt Osman kirin. Niha eger ku em pişiya wan negrin û dest wanî qirêj neşkinîn bîgoman vê buyerên hîn xirabtir biqewmin.

Em weke PDK careke din eşkere dikin ku, derfet nadin daku ev pilanên han bi ser bikevên û ev alawên ragihandinê jî yên ku bêyî belge û îsbat saziyên me tawanbar kirine radestî dadgehê tên kirin û hesab ji wan tê xwestin.

Em hewl didin daku bi eşkere kirina pilan û rûya reş ya pilangeran, rewşa aram ya Kurdistanê û welatiyên Kurd biparêzîn.

Serkeftin ji Gelê Kurd û ezmûna vî ya demokratîk û serfirazî û serbilindî jî ji PDK û Serokê hêja birêz Mesûd Barzanî re, rû reşî ji bo bikojên Zerdeşt Osman.

Mekteb siyasiya PDK

13.5.2010

Back to top button