Civak

APAHK: Bila kesek li ser xwînê siyasetê neke

                    

Daxuyanîyek ji Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê

Mixabin; ku piştî bûyera diltezîna kuştina ciwanmerg Serdeşt Osman, ragihandina girêdayî Bizava Gorran atmosferekî aloz dirist kiriye, da ku xwîna ewî şehîdî ji bo armancên xwe yên siyasî û dijatîya desthilatdarîya herêma kurdistanê û kesên wê bi kar bihîne.

Di vê çarçoweyê de, kovara Livîn a girêdayî vê bizavê, hinek gunehbarî tev li hev kiriye û dirist kiriye, da ku navê rêzdar serokê APAHK Mesrûr Barzanî, bi vê bûyera kuştina şehîdê ciwanmerg ve girê bide û behsa wê çendê kiriye, ku di semînareka kak Mesrûr Barzanî de ya ku ji bo xwendevanên beşên Englîzî yên zankoya Selaheddîn pêşkêş kir, Serdeşt Osman rexneyek dijwar girtiye û ev tişt jî, bûye egerê ku rêzdar ji evî xwendevanî nerazî be.

Ya rast ew e, ku ev belavoka han dûrî exlaqê rojnamevanîyê ye û bi paldana xwedîyên wê ev nûçeya han hatiye diristkirin, da ku bazara bi karanîna xwîna şehîdan ji bo armancên xwe germ bikin. Heger na; bi pirsekê ji alîyê çend hevalên evî şehîdî dihat xuyakirin, ku ti bingehek ji vê nûçeyê re nîne û ti pirsyar ji alîyê evî şehîdî ve, ji kak Mesrûr nehatine kirin.

Ev semînara han di çarçoweyê giringîdana kak Mesrûr Barzanî de bûye, ku dide gencan û xwendevanan û ji ber vê yekê pêk hatibû û di atmosferekî hêwir û dostane de, bi rê ve çû û tomara hemû wê semînarê li ber dest e û mamosta û xwendevanên vê semînarê jî, dîwerên vê rastîyê ne.

Ji ber vê yekê, ev xapandinîya ku Gorran dike, tenê dikeve xaneya xerabkirina nav û deng û nerêzgirtina pêvajoya qanûnê ya lêkolînan de û di vê derbarê de, bê goman Ajansa Paraztinê jî, dê ji bo paraztina mafê xwe, di biwarê qanûnî de daxwaza mafê xwe bike û divê ev alîyê han, li beramber qanûnê bersiva evî karê xwe yê ne di cih de bide.

Ajansa Paraztina Asayişa Herêma Kurdistanê

13, 05 / 2010

Back to top button