Kultur

Daxuyaniyek

DAXUYANÎ

Nivîsek Tirkî ku ji aliyê “Hakki Cimen (Heqie Mergariji)” di întêrnêtê da, 30.05.2009an da û bi sernameya “Politik Sahtekar Dr. Celile Celil” û li navnîşana
http://288757.forumromanum.com/member/forum/entry.user_288757.2.1107466998.politik_sahtekar_dr_celile_celil-p%C3%8Dya.html

çap bûye, teze ber çavê min ket. Ev nivîs bi ziman û naveroka xwe ne ser dereca maqûlî û ne jî ya zanistiyêye. Ez xwediyê nivîsê nas nakim û nivîsa wî jî hewceyê nîqaşê nabînim. Guneha ku ser min bar dike ewe ku min nivîsa wî “xirab kiriye û ji bo Kurdîtiyê” bi kar aniye û navê wî nedaye xuyakirin. Ne ez Tirkî dizanim wekî bixwînim yan jî binivîsim, ne jî naveroka vê nivîsê heta niha di çarçova lêkolînên min da cih girtiye. Pirs ewe wekî ew behsa miqalekê bi sernivîsa “Dersimtsin Hayer” (Ermeniyên Dêrsimî) dike, ku min wa fam kir, bi zimanê Ermenîye û xwedêgiravî min nivîsiye. Ev nivîs jî bi Tirkî li ser navê min di vê navnîşana jêr da hatiye weşandin:

https://www.facebook.com/media/set/?set=a.200938723279784.45015.156826484357675
Min miqalekê weha nenivîsiye, çap nekiriye û ez nizanim kê nivîsiye û kê derê çap bûye.
Her du nivîs jî bi buxdan û sextekarî hatine weşandin. Min hewce û girîng dît ez vê daxuyaniyê ji bo agahdariya giştî belav bikim.

Bi rêz

Celîlê Celîl

27ê Tîrmehê 2013
Eichgraben, Viyena

Back to top button