PolîtîkRojev

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî li ser hewlên dabînkirina mûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di konferanseke rojnamevanî de derbarê hewlên berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka neşandina mafên darayî yê Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve got: “Me hemûyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl daye. Serokwezîrê me bi berdewamî ligel Serokwezîrê Iraqê li ser xetê ye. Ez jî her tim li ser xetê me.”

​Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e mijara mûçe bi ti mijareke din re neyê tevlihevkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li pêş yasaya bûdceyê bicih anîne û bi şefafiyet jî reftar li gel Bexdayê kiriye. Em çaverê dikin ku Bexda jî bi heman awayî li hember Herêma Kurdistanê reftarê bike.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Pirsgirêka mûçe ne mijareke ku were gotûbêjkirin, ew mafê gelê Herêma Kurdistanê ye. Weke beşek ji welatiyên Iraqê, divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem de pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike. Ji bo vê mebestê em li ser xetê ne û di demek nêzîk de şandeke bilind bi serokatiya Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî dê serdana Bexdayê bike. Em hêvîdar in ku ev pirs û pirsgirêkên din bi hevtêgihîştina ligel Bexdayê bên çareserkirin.”

Back to top button