Polîtîk

Daxuyaniya hêzên hevkariya li Hollanda

Belavoka Komîteya Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda
Li ser 22 yê Rêbendan, salvegera Avakirina Komara Kurdistan

Ev salvegera 65 salîya Komara Kurdistanê ye ku li Mahabada Paytext hatibû avakirin.

Berya 65 salan di rojek weka îro de, li Çarçiraya Mahabatê bi hilbijartinek rasterast ya gel ve Neteweya Kurd biryarekî dîrokî girt. Di wê rojê da gelê Kurd bi haweyek azad, bi mitîngek civatî ve tevî beşdarîya Pêşewa Qazî Muhemed û Serokê Şoreşa Barzan û xebatkarên perçeyên din yên Kurdistanê Dewleta Komara Kurdistan li darxistin.
 
Pêşewa, wek Serokkomar sondxwar ku: `Heta dawîya nefesa xwe û heta dilopek xwîn di canê wî da hebe; wê bi can û mal di rêya ragirtina serxwebûn û bilindkirina Alaya Kurdistan têbikoşe`.   Her weha wî Sonda xwe bi cî anî!

Em wek Hevkarîya Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda, bi vê sebebê, pîrozbayîyên xwe pêşkêşî neteweya xwe li her çar perçeyên Kurdistanê dikin, û her weha em bi Pêşewayê Mezin ê Gelê Kurd re peymana xwe nû dikin ku; heta dawîya jîyana xwe li ser rêbaza Pêşewayê Nemir xebat bikin ji bona pêkhanîna doza neteweya xwe û serxwebûna Kurdistanê…

Komîteya Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda

4  rêbendanî 2710
24  januyyeî 2011

Back to top button