Polîtîk

Hevkarî îdamên siyasiyên kurd şermezar dike

Em li Sêdaredanên zîndanîyên sîyasîyên Kurdên Kurdistana Rojhilat mehkûm û riswa  dikin

Em wek Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda li sêdaredanên çalakvanên medenî û sîyasîyên Kurdên Kurdistana Rojhilat riswadikin. Her weha em dozê li Hukumeta Komara Îslamîya Îranê dikin ku; ji xwînrêtina Kurdan destên xwe bikşîne û bi haweyek medenî mafê Kurd yê rewa bide. Bi sêdardayin û mehkûmkirin pirsgirêka Kurd bi dawî nayê, lê wê Kurd li ser mafê xwe yê rewa req û xwurttir bibe.

Ne bêwateye ku evroj cîhan berbi nehîştina li sêdaredayinê ve diçe. Ev jî girêdayîna bingehên rêketinên navdewletî ne ku taybet in  bi rêzgirtina mafên meriv her weha tevî mafên medenî û sîyasî . Em bi vê rayê van kiryarên Hukumeta Komara Îslamîya Îran riswa dikin û daxwaz dikin ku hukmê li sêdaredanê ji ser van çalakvanan rake. Û em daxwaz ji Hukumeta Herêma Kurdistanê dikin ku  li ser van buyeran helwestek vekirî li hember  Komara Îslamî hebe .

Her weha em daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Yekeîtîya Neteweyan û Encûmena Asayî û Komisyona Bilind ya Mafê meriv û raya giştî ya cîhan dikin ku li hember van bûyerên Hukumeta Komara Îslamîya Îran  bêdeng nemînin û zorê bidin ku  van cezakirinan bên rawestandin û rewşa mafê meriv li Kurdistana Rojhilat bê çakkirin.

Em ji vir daxwaz ji raya Kurd ya derve û hundur tevî re dikin ku beşdarbin li xwepêşandanên aştîyane ku di vê hefteyê de li her welatî destpêbikin û bi taybetî li Hollanda, da ku Komarî Îslamî Îran naçar bibe dest ji van girtinên civakî û kuştinan berde.


Komîteya Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda

24-01-2011

Back to top button