Civak

BDP êrîşê HAK-PAR kir

Ji bo raya giştî!

Di wextekî ku ji her demê pirtir pêvîstiya gelê me bi yekitî hevkariyê heye, komek ji 30 kesan ku endamê BDP´ê şaxa Ruhayê ne, di 25´ê meha Çile de erîş birine ser sê ciwanên HAK-PARê û wan birîndar kirine. Tu mantix erîşên usa qebûl nake. Erîşê wiha provakatîf, xizmeta yekitî û hevkarîya gelê Kurd nake û her usa hevgavên di vî warî da jî xerab dike, li ber yekitîyê dibe asteng. Ev jî tu caran xizmeta berjevendiya gelê Kurd nake.

Li hember vê bûyera provakatîv, heta nuha bê dengmayina BDPê jî nayê qebûlkirin.
KOMKAR.eu vê erîşê û erîşên bi vî rengî mehkûm dike. Di serî de bang li DBPê û hêzên demokratîk û aşîtîxwaz dike, bang li hemû hêzên ku di çareserkirina pirsan de bi karanîna şîdetê red dikin dike ku li hember vê bûyerê bê deng nemînin û hestiyariya xwe nîşan bidin.

25.01.2011
Kofederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu

Back to top button