
Bertekên li hember binçavkirinên Amedê yên berî hilbijartinên 14ê Gulanê dewam dikin. 33 baroyan bi daxuyanîyek hevpar bertek nîşanî binçavkirinan dan ku di nav de hevkarên wan jî hene. Di daxuyanîya ku bi sernavê “Em pêvajoya di derbarê hempîşeyên xwe de dişopînin” de wiha hat gotin: “Di seatên sibê de ji Baroya Amed, Ruha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hatin girtin û binçavkirin”. Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku parêzerên hatine binçavkirin bêyî ku “Nûnerê baroyê û dozger li gor xala 58an a Qanûna Hiqûqê ya bi hejmara 1136an di lêgerînan de cîh bigirin” pêk hatiye.
Di daxuyanîyê de hatiye gotin: “Ji bo hevalên me yên girtî 24 saetan qedexeya derketina derve, li ser dosyaya lêpirsînê jî biryara girtinê hatiye dayîn. Parêzer ew kes in ku di darazê de dixebitin û ger bang li wan bê kirin her tim dikarin serî li Serdozgerîya Komarê bidin. Nayê qebûlkirin ku hevalên me berî hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê bi awayekî kolektîf bên binçavkirin”.
Baroyên ku daxuyanî dan ev in:
“Baroya Edenê, Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Enqereyê, Baroya Erdexanê, Baroya Artvînê, Baroya Aydinê, Baroya Balıkesir, Baroya Êlihê, Baroya Bîngolê, Baroya Bedlîsê, Baroya Bolu, Baroya Burdur, Baroya Mêrdînê, Baroya Bursa, Baroya Kastamonu, Baroya Mûşê, Baroya Amedê, Baroya Sêrtê, Baroya Eskîşehîrê, Baroya Sînopê, Baroya Rihayê, Baroya Colemêrgê, Baroya Hatayê, Baroya Îdirê, Baroya Isparta, Baroya Tekîrdagê, Baroya Dersimê, Baroya Wanê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Yalova, Baroya Şirnexê.


