
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di weşana zindî ya Haberturkê de bersiva pirsên Kurşad Oguz da. Yapicioglu di derbarê rojeva hilbijartinê de nirxandinên balkêş kir, daxuyanîyên balkêş da.
Di makzagona nû de divê ti xalên ku nayên guhertin tunebin
Yapicioglu diyar kir ku piştî hilbijartinê pêwîstî bi makzagonek nû heye û li dijî neguherîna çar bendên pêşîn, ku şeklê dewletê, cewherê Komarê, yekparebûna dewletê, zimanê wê yê fermî, ala, sirûda netewî û sermayeyê diyar dikirin, derket. Yapicioglu got, “Em dibêjin bila di makzagona nû de madeyên ku neyên guhertin tunebin”.
Yapicioglu, di berdewamîya axavtina xwe de got:” Berî hilbijartinê jî, dema partîya muxalefetê bû jî me piştgirî da rastîyên partîya desthilatdar û emê rexneyên xwe yên li ser xeletîyan di nav îtîfaqê de bidomînin. Emê tu carî doza xeletîyê nekin, ger AK Partî di berjewendîya milet de be, emê piştgirîyê bidin wê jî. Eger em ne di nav tifaqekê de bin, eger gavên ku wê bavêje ji bo me zirardar bin, emê hewl bidin ku wan gavan rawestînin”.
Yapicioglu, anî zimên û got: “Qanûna Partîyên Siyasî de çarçoveya siyasî ya ku ji alêyê cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê ve li ser hemû partîyan hatiye ferzkirin heye. Li gor vê çarçoveyê divê hemû partîyên siyasî şaxên CHPê bin. Niha metna sondxwarinê heye, ji bo vê jî divê Destûra Bingehîn bê guhertin. Piştî hilbijartinê wê makzagonek nû û sivîl bikeve rojevê. Divê ev makzagon bê çêkirin. Hemû partî destûrek nû dixwazin. Makzagona heyî, Destûra Bingehîn a sala 1982an e. Bi bawerîya min em cewherê vî gelî ne. Em ê li wir bibin dengê gelê xwe”.
Yapicioglu herweha anî zimên ku ew partîyek serbixwe ne tu eleqeya wan bi Hizbûllahê re tuneye.


