CîhanRojev

HRW: Kurd dibin hedef

Cîgira Dîrektora Ewropa û Asyaya Navîn a HRWê Emma Sinclair-Webb, operasyonên li Amedê yên ku çend roj berî hilbijartinan hatin kirin, wek “motîfên siyasî” bi nav kir.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW,) bertek nîşanî operasyon û binçavkirinên li 21 parêzgehên Amedê da. Li gor nûçeya Anadolu Agencyê, di sergirtina malan de herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.

Alîkara Midûrê Ewropa û Asyaya Navîn a HRWê Emma Sinclair-Webb, bal kişand ser dema sergirtinan. Rayedar, operasyonên ku berî hilbijartinên 14ê Gulanê pêk hatin wek ‘motîfên siyasî’ bi nav kir.  Sînclaîr-Webb, anî zimên ku siyasetmedar, rojnameger û parêzerên Kurd hedef hatine girtin û bi bîr xist ku li ser dosyaya lêpirsînê biryara qedexeyê hatiye dayîn.  

Sinclair-Webb got: “Operasyon û binçavkirin nîşan didin ku rayedarên Tirk amade ne hêza xwe ya berî hilbijartinê îstîsmar bikin”. 

Back to top button