Polîtîk

Daxuyaniya civîna PDKê

Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Sêşemî li Pîrmamê/Selahedîn di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civiya û rewşa dawî ya Kurdistanê ya piştî êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê nirxand. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin:Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:- Êrişa Heşda Şeibî û artêşê bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê di şeva 15 li ser 16 a Cotmeha 2017ê de, ji ber xiyanet û alîkarî û rêkevtina jêr bi jêr a çend kesên nava partiyeke Kurdistanî, her weke ku di daxuyaniyên berpirsên vê partiyê bi xwe de bi aşkere amaje pê hatiye kirin, bû sedema karesatê ji bo bajarê Kerkûkê û çend navçeyên din û koçberbûna bi dehan hezar malbatên Kurd û Ereb û Tirkmen, herwiha şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke zêde ya xelkê sivîl bi taybetî li bajarên Xurmato, Xaneqîn, Kerkûk û derdûra wan. Ewa ku bi xwînê û xebata çendîn salan destê kurdan ketibû, di nava çend saetan de kete ber metirsiya bi hederdanê, her çend ku bi wê pîlanê û siyasetê nasnameya wan navçeyan nayê guhertin, û her weke ku çawan berê siyaseta bierebkirinê serkevtî nebûye, ji niha pê ve jî serkevtî nabe.Ew reftarên çend kesên kalfam bi piştevaniya çend aliyên derve hatin encamdan, bo sedema destpêkirina êrîşên Heşda Şeibî û arteşa Îraqê ji bo ser cih û bajarên din ên Kurdistanê û rûniştvanên wan cihan koçber bikin û fişarê bixin ser Herêmê di hemû aliyekê de.Wiha xuya nake ku ew pîlan û êriş di berteka referanduma xelkê Kurdistanê de çê bibin, belku dişibihe bernameyeke pêşwext û amadekirî ku li gel bidawîhatina rizgarkirina Hewîceyê dest pê kir.Serkirdatiya PDKê amaje bi binpêkirina Destûrê ji aliyê Bexdayê dike û dibêje, ku desthilatdarên Bexdayê îdiaya pabendbûn û cîbicîkirina Destûrê dikin, lê belê çawa ku di berê de çend madeyên Destûrê bipê kiribûn, vê care jî hin madeyên Destûrê binpê kirin û Bexda Destûrê li gorî berjewendî û dilê xwe bi kar tîne.Daxuyanî di vê bareyê de wiha dibêje:- Hewl û gotarên gelek ji desthilatdarên Bexdayê dûr e ji pabendbûna bi Destûra Iraqê, ku îdiaya cîbicîkirina wê dikin, her wek çawan ku di berê de çend madeyên Destûrê hatibûn binpêkirin, vê care jî çend madeyên din jî binpê kirine.Pêştir jî me ragihandiye, ku cîbicînekirina Destûrê û şirovekirina madeyên wê li gorî berjewendiya taybetî û bikaranîna madeyên din û bikaranîna hêzê di rikeberiyan de û li hember nêrîna ciyawaz û piştguhxistina diyalog û ji hev têgihîştinê ji bo çareseriya pirsgirêkan, Iraqê tûşî arîşe û giriftên mezin dike. Ew awayê lojîk û hizirkirinê di demên berê de jî gelek zirar gihandiye hemû xelkê Iraqê, tevî Kurd, Ereb û Tirkmen û netewên din û bûye sedema paşketin di aliyê aborî û civakî û siyasî de û di encamê de jî Iraq berdewam mijûlî şer û nakokiyên navxweyî û derveyî bûye.Ev awayê hizirkirinê alîkar nabe di çêkirina zemîneya bo dabînkirina rewşeke guncaw bo qebûlkirina hev û pêkvejiyana modrn ya netew û ol û mezheban û bi wê yekê jî zirarmendê yekem, hemû xelkê Iraqê ye û sûdmend jî ew dibin ku naxwazin di Iraqê de îstiqrar hebe. Civînê, tekezî li ser cîbicîkirina Destûrê û desthilatdariya bi rêkevtin û hevsengiyê dike û vê yekê weke çareser dibîne.Li ser rewşa Kurdistanê piştî êrişên hêzên Iraqê, serkirdatiya PDKê radigihîne, ku rewşa Kurdistanê hesas e û daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdistanî dike, ku hest bi berpirsatiya niştimanî û netewî bikin û di asta vê qonaxa hesas de bin û berevaniyê ji Kurdistanê bikin.Serkirdatiya PDKê dibêje:- Derbarê rewşa Kurdistanê û pêwendiyên navbera aliyên siyasî, civînê nirxandineke realîstî bo rewşa vê qonaxa niha ya Kurdistanê kir û bi hesas bi nav kir, bi pêwîst jî dît, ku tevahiya aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê di asta vê qonaxa hesas de bin û arîşe û giriftan bidin aliyekê û pêkve bi hest û bi berpirsatiya netewî û niştimanî, hewla çareserkirina giriftan bidin û tevî hemû aliyan em nehêlin, ku girift û arîşeyên ser milê xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve girantir bibin, û deriyê derbasbûn û sivikirina giriftan berfireh bikin û em vê qonaxê jî derbas bikin. Herwiha bi tifaq û yekhelwestî piştgirî li Hikûmeta Herêmê weke aliyê rewa bo gotûbêjên li gel Hikûmeta Iraqa Federal bikin, hevdem em piştevanê parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û siyasî yên navxweyê Kurdistanê.Di beşeke din a daxuyaniyê de, PDK tekezî li ser piştevaniya xwe bo Hêza Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê dike û amaje bi wê yekê jî dike, ku bikaranîna çek û leşkerkî pirsgirêkan çareser nake. PDK piştgiriya xwe bo diyalogeke siyasî ya ciddî û piralî jî tîne ziman.Di dawiya daxuyaniyê de, serkirdatiya PDKê amaje bi koçberbûna xelkê di encama êrişên Heşda şeibî û artêşa Iraqê de dike û tê gotin: – Têkildarî wan xuşk û birayên ku di encama êrişên Heşda Şeibî û artêşê de ji mal û cihên xwe koçber bûne, pêwîst e hemû şiyanên Hikûmeta Herêmê, bi alîkariya cemawerê dilsojê Kurdistanê bikevin tevgerê û beşek ji giriftên wan werin çareserkirin û pêwîstiyên wan werin dabînkirin, û li gel wan jî bi hemû şiyanan hewla cidî û piralî were dan, daku herî zû (xelk) vegerin ser mal û cihên xwe.PDKê herwiha li hember helwest û çalakiyên wan ên bo piştgiriya li gel û xaka Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe bo rewenda Kurdistanî ya li derveyî welatî jî nîşan da.çavkanî:kdp.info

Back to top button