Cîhan

Dawudoglu: Me du problem digel PYDê hene

Wezîrê derve yî Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglu, li Davosê, di hevpeyvînekê de digel kanala CNN Turk de behsa helwesta Tirkiyeyê li hember rewşa Suriyeyê û PYDê, pêvajoya Îmraliyê û helwesta başûrê Kurdistanê li hember wê pêvajoyê kir.

Dawudgolu got:

Me tu problem digel grûpên netewîyên Suriyeyê de nînin, lê belê me du pirsgirêk digel PYDê hene; yekem: PYD piştgiriya Beşar Esed dike û dyem jî; ew piştgiriya terorê li Tirkiyeyê dikin. Eger ev her du pirs nebin, me tu problem digel wan nîne.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ku, ew du pirs wisa dikin ku, PYD li Suriyeyê nebe ektorek şeriî:

Me ev du pirs digel Mesûd Barzanî serokê desthilta kurdî gotûbêj kiriye û me ji Muaz Xetîb serokê hevpeymaniya hêzên şoreşgerên Suriyeyê jî re gotiye ku, digel  Barzanî bicivin. Pêwîste di deverê de hemû ektor ji bona bidawîanîna êş û azrên xelikê surî bixebitin.

Di bersiv apirsekê de ka gelo Barzanî piştgiriya wê pirsê dik, Dawudoglu got:

Weke hûn jî dizanin Barzanî pêştir îşaret bi wê yekê kiriye ku, pêwîste kurd bikevin nav opozisyona Suriyeyê.

Di bersiva pirsekê de ka gelo piştî destpêkirina pêvajoya Îmraliyê, digel Barzanî danustandin kirine, wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ku, pêwîste li herêma Kurdistanê hindek tedbîr bên sitandin, ji ber ku Qendîl û Mexmûr li wê herêmê ne “Eger li bakurê Îraqê pêngav ber bi pêşve neçin, hewilên nava Tirkiyeyê jî weke pêwîst nabin.

Back to top button