Nivîsar

Dawiya şervanekî

Danasandina romanên kurdî

Navê kitêbê: Dawiya şervanekî

Nivîskar: Ismet Mihemed Bedel

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2005

Hejmara rûpelan: 113

Ev roman ji bilî vegêrana çîroka kesekî û evîna wî ya bo keçekê û bo welat û miletekî û êşana derûnî ya şervanekê bêzarbûyî ji rewşa heyî, herweha qonaxa şoreşê û piştî şoreşê û gendeliya berbelav bi zimanekê xweş û rehwan û vegêraneka hunerî û balkêş gotûbêj dike. Her çi qas ew di 2005ê da hatibe nivîsîn, lê her wek behsê îro û her wextekê dî dike.

Kovan xortek e li gel dayûbab û xwîşka xwe li bajêrî dijît û xwendinkar e û herweha evîndarê keçekê ye bi navê Viyan, lê zordariya rijêmê berê wî dide kurdîniyê û tevlî rêxistineka nihînî dibe û azadiya milet û welatî dibin armancên wî yên serekî di jiyanê da. Demê hindek ji hevalên rêxistina wan ya nihênî tên girtin, ew û hevalê xwe Serbest û bê ku dilbera xwe Viyanê û malbata xwe pê bihesîne diçin çiya û dibin pêşmerge.

Ew di pêşmergetiyê da weha têgehişt ku ev şoreş û xebata wan ji bo azadkirina gel û welatî ye û paşî ji miletê wî ra çêkirina peşerojeka tijî dadmendî û wekheviyê ye û vê çendê hêz dida wî ku di xebatê da berdewam be û wî xwe û hemî tiştê heyî kir qurbana wê armancê. Enfal bi ser da hatin û keft nav kempa penaberiyê û hevalê wî Serbestî ji wê derê rêya derve girt, lê wî man li wê derê hilbijart û ew piştî serhildanê zivirî nav xelk û bajêrê xwe.

Ew bi hîvî bû ku dê qonaxa bicihînana soz û armancên şoreşê piştî wê dest pê bike û dê xewn û hîviyên wî û hemî xelkê di avakirina welat û civakeka wekhev û dadmend ku qanûn tê da semyan be bicih bihên û ew her ji bo wê armancê û her bi wê germiya pêşmergetiyê dibe kadir li baregehê partiya xwe li bajêrî. Lê her tişt wekî gotî nabe û ew pê diêşe ku hevalên wî yên duhî pê re li çiya bûn, îro li ber çavên wî karên neqanûnî dikin, zêdegaviyan dikin û kes wan ranawestîne û siza nade û ew ji wê nerehet dibe, rexne dike û helwêstî nîşan dide û dibêje divê kesên weha bihên sizadan, heke ne, dê ev bibe diyardeyeka berbelav û malxerabker û dê ji dest derbikeve. Lê kes guh nade wî û jê dixwazin ew jî bibe kopiyeka wan û ew nikare wê bike û bê hîvî dibe û dev ji kadiryê ber dide û tenêtî û bêhîvîbûn û westiyan ji her tiştî wî dorpêç dike. Kovan di wê rewşa tengav da li hîviyekê digerhe ku xwe pê rabigire û Viyan, ya ku gelek hez jê dikir û hêj hez jê dike û çend sal in nedîtiye hat hizra wî û geryana li dû wê hêzek û hîviyeka nû da wî.

Xwîşka wî dixwest ew bi Xurbeta hevala wê ra bizewice û ew hêj bi hîvî bû ku dê Viyanê bibîne û ew bi wê hizrê bû ka ew çawa herdem di hizra wî da ye, ew jî hêj li qurneteka wê dunyayê li benda wî ye. Heta ku hevalê wî Serbestî yê ku ji derve bi seredan hatibû welatî, ew gazî kirî ser nîşaniya xwe û dezgira xwe û ew li wê ahengê Viyanê dibîne, lê bi mêr û zarok. Êdî her wê rojê û demê li gel xwîşka xwe û hevala wê Xurbetê ji ahenga nîşaniya Serbestî derkeftin û her li cem xwîşka xwe pirsiyar ji hevala wê Xurbetê kir ka ew dikare roja dû ra dayika xwe bişîne xazgîniyên wê û bi erêkirina wê keçê roman bi dawî tê.

Ji rûpelê 19: ”erê hûn hizrê di hndê da dikin, demê dgehin armancê dê pşitî hîngê çi kin, dê çewa jîn, dê çi sîstemî bo birêvebirina civakî bi kar înin, dê çewa serederiyê digel wê qonaxê kin. Eha eve ew roj ya dêt, ji nû tu xwe ji refê veder dikî, tu yê dibînî çewa çavê hemuwan li destkeftan e û şûna tu jî li behra xwe bigerî, ji nû rûdinî, bê kar û destkeftî, …”

Jêder: Sidqîname

Sidqî Hirorî
Back to top button