Polîtîk

Neteweyên Yekgirtî: Kêşeya Hewlêr û Bexda bi cîhnekirina destûre

Li civîneke Encûmena Asayîşa Navdewletî da, Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ragihand, kêşeyên di navbera Hewlêr Bexda vedigerê ser wê yekê ku heta niha birgeyên destûrê wekî xwe nehatine bi cîh kirin.

Plasschaert li dirêjahiya axaftina xwe de di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Guftûgoyeke bingehîn take çaresere û çendîn car jî min eve gotiye.

Her wiha got: Destûra Iraqê sala 2005 hatiye nivîsin, bi cîhnekirina hemû birge û maddeyên destûrê wekî ku çawa li naverokê de hatiye, sedema nakokî û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ne.

Her wiha balkişand li ser wê yekê piştî 15 salan hê jî rêkeftin li ser sîstema fedaralî, uze, samanên xwezayî, navçeyên kêşe li ser, erk û mafên her du aliyan nehatiye kirin. Niha jî ku her du alî gihîştine rêkeftineke destpêkî, bi taybetî di derbarê mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kareke başe û pêşwaziyê lê dikîn”.

Dûpat jî kir ku “Meha pênc li rapora xwe da min behsa ewe kir ku li Herêma Kurdistanê çaksazî û ji navbirina gendeliyê destpêkiriye. Nabê hîç tiştek wiha bike ku li ser vê rêyê derbikevin.”

Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê behsa pirsa koçberan kir û got: Heta niha hejmareke zêdeyê koçberên Iraqê ku li wargehên Herêma Kurdistanê nîştecihin, ji ber nearamiya navçeyên wan û hebûna metirsiya bombe û teqemeniyan li wan navçeyan, nekarîne vegerin ser warên xwe.

Back to top button