Nivîsar

Davutoglu Kerkûkê dide Barzanî

Profesor Dr. Umit Ozdag di rojnama Yeniçag a Tirkî de li ser bûyerên dawî, rewşa PKK-ê û pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr nirxandinekî dike.

Ozdag dide diyarkirin ku,PKK hêdî dixwaze şerê xwe dayêxe bajaran û bi bide xuyakirin ku ve “ Bihara Kurd “ jî destpê kir. Ozdag rexna leşkeran dike û dibêje. Leşker tiştekî nake , ew li baregehên xwe deli hêviya êrîşên PKK-ê ne.

Umit Ozdag

 

Herweha Ozdag behsa pêwendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê dike û dibêje:

“  Siyaseta Davutoglu ya Iraqê li ser pişgiriya Barzanî hatiye avakirin. Bê ku izna Bexdayê hebê, Tirkiye şîrketên biyanî teşvîk dike  da ku li Bakurê Iraqê li petrolê bigerin. Ev dijê destûra Iraqê ye.

Wek Cengiz Çandar goti: “  Davutoglu ewkas ji Malikî nexweşe ku dikarê Kerkûkê bide Barzanî “ Ak partî hewldide ku cephê Turkmanî berbixwe bîne. Me dît ku CephêTurkmanî daxuyaniyek derxist û ragihandin ku ew dixwazin li gel kurda tevlî hilbijartina bibin. Ev daxuyanî bi erêbûna wezereta derve ya Tirkiye hatiye kirin.

Barzanî tedariyê li Turkmenan dike, lê Tirkiye Turkmena mecbur dike ku li gel Barzanî îtifaqê bikin, ev jî tê wê wateya Kerkukê dê bidin Barzanî. Demek Çandar raste.

Umit Ozdag nijadperestek Tike û endamê MHP ye

Back to top button