Abdullatîf Şener ji bo "Qesra Çankaya" xwe amade dike
Di bernameyeke televizyonê de Abdullatîf Şener eşkere got ku, di hilbijartina serokomariyê a 2014 an de ew ê karibe bibe namzet. Li ser ekranan jê pirsîn, “di kulîsan de ji bo namzetiya serokomariyê navê we tê kirin, hn difikirin ku bibine namzetê serokomariyê?” Abdullatîf Şener wiha bersivand: “Ger li meclîsê 20 îmze werin komkirin, îradeyeke bi vî rengî derkeve holê, helbet ez heme. Ez î li vir im jixwe. Ez nabêjim nabe. Niha de gotina nabe jixwe nabe.”
Abdullatîf Şener, di hikumeta Refahyolê de wezîretiya darayê kir. Di nav AKPê de cih girt. Dûra ji AKPê veqetiya û Partiya Tirkiyê damezrand. Di vê warê de serneket û partî her tim di şûna xwe de ma û hêvî neda pêşerojê. Meha çûyî Partiya Tirkiyê bi destê xwe girt.
Abdullatîf Şener, niha li hemberî siyaseta ku hikumeta AKPê û bi taybet jî li hemberî helwesta serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gellekî eciz e. Di rojên dawiyê de, li ser ekranên her televizyona ku derdikeve, rexneyan li wan dike û nerazîbûnên xwe tîne ziman. Şener, herî zêde jî li hemberî siyaseta ku ji bo Suriyê tê meşandin eciziya xwe tîne ziman. Şener, di bernameyeke televizyonê de îfade kiribû ku, serokwezîr Erdogan, di nav serokwezîrên Tirkiyê de yê ku herî serneketiye.