Polîtîk

Di parlementoyê de siyasetê bikin da gotubêj pêkwerê

Doh li Stanbulê serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan rewrisma vekirina Tunelekî de hinek peyamên siyasî jî dan.

Erdogan di axavtina xwe de cardin behsa rewşa BDP-ê kir û got: Yên ku li Çiya dixwazin siyasetê bikin bila kerembikin derkevin sere çîya. Ji ber ku du tercîh hene , yan Qendîl yan Parlemento. Eger tu bêjî parlemento, were tekoşîna xwe di parlementoyê de bide. Hingê dê bibînî ku îktidar li gel te gotubêjê bike.

Wek tê zanin piştî hevdîtina çekdarên PKK-ê û hinek parlementerîn BDP-ê li ser rêya Şemzînan, gelek rexne li parlementeran hatibûn kirn û Erdogan gelek bi tundî ew bûyer nirxand û dabû xuyakirin hîdê ew li gel BDP-ê tu pêwendiyekî danaynin.

Herweha Erdogan dabû xuyakirin ku wan ji dezgehên dadweriyê re jî gotiye ku tişta pêwist bikin û dê ew jî di parlementoyê de ya lazim be li dijê wan parlementeran bikin.

Back to top button