Xelatên Mûzîka Vîdyo ya MTV-ê diyar bûn

Xelatên Muzîka Vîdyo a MTV’yê diyar bûn. Li bajarê Amerîka li Los Angelesê, mi merasîmeke girseyî xelat hatin belav kirin. Di şeva merasîmê de stranbêjên navdar yên wek Rihanna, Taylor Swift, Alicie Keys û Pînk derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Îsal, 29. Xelatên Muzîka Vîdyo a MTV’yê tên belavkirin. Koma One Direktion di 3 beşên cuda de xelat girt û mora xwe li şeva MTV’yê xist.
Hunermendên ku xelat standin lîsteya wan wiha ye:
Vîdyoya salê : Rihanna, “We Found Love”
Vîdyoya herî baş : One Direction, “What Makes You Beautiful”
Vîdyoya herî baş a mêran : Chris Brown, “Turn Up the Music”
Vîdyoya herê baş a jinan : Nicki Minaj, “Starships”
Vîdyoya herî baş a popê : One Direction, “What Makes You Beautiful”
Vîdyoya herî baş a Hip-Hopê : Drake feat. Lil Wayne, “HYFR”
Vîdyoya herî baş a Rockê : Coldplay, “Paradise”
Vîdyoya herî baş a elektro dans : Calvin Harris, “Feel So Close”
Vdyoya ku peyama herîbaş daye : Demi Lovato, “Skyscraper”
Vîdyoya herî zêde hatiye parvekirin: One Direction, “What Makes You Beautiful”
Koreografiya herî baş : Chris Brown, “Turn Up the Music”
Derhênerê Hunerê yê herî baş : Katy Perry, “Wide Awake”