Polîtîk

28. salvegera wefata Yilmaz Guney BîRANîNEK

 

Yilmaz Guney:


“Rojekê ji min pirsîn, tu xelkê kuderêyî,

Min got, bavê min xelkê Sêwerekê ye.

Ji ber navê Sêwerekê şaş man, qet nebihîstine…

Pirsîn, li kuderê ye ev Sêwerek?

Min got, Sêwerek navçeyeke Napolî ye.

Heta demekê di ser xwe de fikirîn, ji hev mêze kirin û gotin;

Em Îtalyayê baştir dizanin, gelo şaşî tine be, navçeyeke Napoliyê a bi navê Sêwerekê tine ye.

Ger Sêwerek li Îtalyayê bûyê wê bizanibûna. Çima ku Sêwerek navçeyeke Rihayê bû, li Tirkiyê navçeya bajarekî bû, nizanibûn.

Mirovên welatê me baş in, aqlê wan pirr e; Îtalyayê dizanin, Fransayê jî dizanin. Çînistan û Falanîstanê jî dizanin. Lê welatê xwe nizanin. Ji bo ku alîkariya welatekî li serî din a cîhanê bikin, direvine hawara wan. Ji bo wan helbesta dinivîsin, lorikan distirên. Pirtûkên ku êşa Falanîstanê vedibêje, herî zêde tê firotin. Lê pişta xwe her tim di welatiyên xwe de dikin, wana nabînin, nikarin wana bibînin…”




 

 

Back to top button