Polîtîk

Bîranîna Şoreşa Îlon a pîroz li Swed

 

Pîrozbahiya 16ê Tebaxê damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û herweha salvegera çoreşa mezin a 11êÎlonê li Swed hate bîranîn. Gelek partîyên siyasî, dezgehên civakîli Swed û kesayetên nas tevlî rewrisma pîrozbahiyêbûn.

Li ser navê hêzên siyasî Sefik Kaya axavtinek kir ev deqê axavtinê ye.

Rêzdar û amadebûyên hêja!
Mêvanên qedirbiha!
Bi rêz û silav
Hûn hemû bixêr hatine!

Pîroz be!
Bi navê Komîteya Hevkarî ya Hezên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swedê.

16 ê Tebaxê, 66 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û Şoreşa Êlûnê ya mezin li serkirdayetiya PDKê, li kadir û endamên wê, li hemû dost û hogirên Partiyê û li neteweyê kurd pîroz be!

Bêguman damezirandina Partiyê di dîroka neteweyê me de qonaxeke girîng e.

Bîreweriya damezirandina PDKê di dema bîreweriya wê rojê de ye ku Komara Kurdistan di bin alaya Kurdistanê de bû.

PDK, li ser pêşniyara Barzaniyê nemir, wekû pêwîstiyeke mêjûyî hat ragîhandin. Ji bo ku şiyan û îmkanên gelên Kurdistanê di binê sîwana partiyeke demokrat û welatperwer de bêtin komkirin û ji bo destnîşankirina armancên netewî, wek programeke stratejî ya ji bo rizgarkirina miletê kurd ji bindestiyê. Êdî ji wê rojê ve Partiyê dest bi xebata xwe kir.

Damezirandina PDKê bû ronahiyek ji bo hemû gelên Îraqê. Herweha damezirandina Partiyê di nevbera  tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê û tevgêra demokrasîxwaziya Îraqê de, bi giştî bû egera giredana peywendyên tund û hevgirtnê.

Partiyê, di dema borî de û niha jî pêşengiya bizava rizgarîxwaziya miletê kurd kiriye. Gelek caran dijmin naçar kiriye ku guftûgo bike, rêkeftinnameyan bibeste û pêk bîne. Bo nimûne: Rêkeftinnameya 11ê Adarê sala 1970 î ku berhema xebata PDKê û Şoreşa Êlûnê ya mezin bû.

Di van destkeftin û pêşkeftinên di van salên dawiyê de jî û di damezrandina sîstema demokrasiyê de,  hem li Kurdistanê û hem jî li Îraqê, pareke mezin ya PDK ê tê de heye.

PDK, heta roja me ya îro jî, xwediyê wê vînê ye, herweha parastina destkeftiyên netewî ji xwe re kiriye armanc û herûher li ser vê riya pîroz berdewam e.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, siyaseta PDK ê ya çareseriya pirsa miletê kurd bi diyalogê, bi riyên siyasî û aştiyane, di berjewendiyê netewî de dibîne û piştgirî dike.

Em divê tu carî jibîr nekin ku di hemû destkeftin û pêşkeftinên netewî de,  xebata pêşmergeyê qareman roleke sereke ye. Şoreşa Êlûnê ya mezin û Şoreşa Gulanê şahidên vê rastiyê ne. Niha jî, hêzên pêşmerge bi mêrxasî axa welêt û hemû destkeftiyên netewî diparêzin.

Em wek nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê û ji Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê bi taybet û  bi giştî ji hemû hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî daxwaz dikin ku ew ji bo parastina destkeftiyên niştîmanî û ji bo bicîhanîna armancên netewî, li ser hevgirtin, hevkarî û xebata xwe ya hêja berdewam bin.

Bêguman, em xwe berpirsiyar dibînin ku careke din jî di bîra hemû hevwelatiyên xwe bînin: Yekîtî û hevgirtina miletê kurd, serkeftin û azadiya miletê kurd e.
 
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siysî yên Kurd û Kurdistanî, careke din 16ê Tebaxê, 66 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û Şoreşa Êlûnê ya mezin li neteweyê Kurd pîroz dike.

Silav li giyanê hemû şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê!
Silav li giyanê hemû şehîdên azadî û demokrasiyê!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!
08.09-2012

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button