Cîhan
Arteşa Niştimani ya Suriye
Arteşa azad navê xwe guherî û nave xwe kirin artêşa niştimanî ya Suriye û şuna Riyad Esed general Muhemmed El Hac bû fermandarê giştî.
General Muhamed El Hac ji berî mehekî ji leşkerê rejimê veqetiya û çû Urdûn. General El Hacberê fermendarê konseya bergiriya netewî ya Suriye bû.
Li Tirkiye berpirsên Encumena Niştimanî ya Suriye û leşkerên azad civînek berfireh kirin. Di vê civînê de biryar hate dayîn ku hemû leşkerên peya bilind ji rejimê reviyan di bin banekî de bigihin hev û li ser vê yekê nave leşkerê azad bê guhertin û nave nû yên hêza çekdarên opozisyonê bibe Artêşa Niştimanî ya Suriye.
Herweha general Muhamed El Hac jî bû fermandarên vê hêza çekdar. Bi vî awayî nawenda wan jî ji Tirkiye hate veguhaztin ji bo Urdûnê.