Polîtîk

Siyaseta tevgera Goran ne zelal e

Berdevkê encumena rêvebiriya PDK li Silêmaniyê, Ebdulwehab Elî, diyar kir, tevgera Goran li gorî berjewendiyên xwe kar dike û şûna ku aliyê Kurdistanê bigire alîgiriya Iraqê dike. Goran jî vê yekê red dike.

Ebdulwehab Elî, ji AKnewsê re got, tevgera Goran ji destpêka çêbûna xwe heta niha, beşdarî hilbijartinên Iraq û Kurdistanê jî kiriye lê siyaseta wê ron û aşkere nîne û her roj tê guhertin.

Elî, diyar kir, tevgera Goran li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Heke berjewendiyên wan ligel hikûmeta Iraqê be diçin aliyê hikûmeta Iraqê û heke berjewendiyên wan bi hikûmeta Îranê re jî be xwe didin aliyên Îranê.

Berdevkê PDK li Silêmaniyê, ragihand, hinek rêvebirên tevgera Goran, ku berê endamên YNK bûn, bi “Iraqîgeriyê” dihatin sûcdarkirin, ji ber ku aşkere ye ku ew alîgiriya Iraqê dikin.

Ji aliyekî din, berpirsê têkiliyên derve yên tevgera Goran, Mihemed Tofîq, ji AKnewsê re got, Goran hertim li bara pirsên bingehîn û hestiyar, ji hemû hêz û aliyên siyasî pêştir bûye û me qet arîşe bo kurdên beşên din yên Kurdistanê çênekiriye û me li dijî kurdan alîkariya tu aliyekî nekiriye û wiha domand:

Me ji ber wê yekê piştgiriya standina baweriyê ji Malikî nekir ku me dizanîbû ew arîşe, arîşeyek kesî ye û li ser pirsa petrolê derketiye û ne pirsek netewî ye.

Tofîq, li bara têkiliyên tevgera Goran û Îranê de jî wiha got, “Dibêjin qaşo têkiliyên Goranê bi Îranê re baş e, lê tenê me qebûl nekiriye ku nûnertiya me li Îran, Sûrye û Turkiyê hebe û me li her derî pişta mafên kurdan kiriye.”

Back to top button