DosyaPolîtîk

Davos: Nêçîrvan Barzani û Heyder Ebadi civiyan

Li Davosê û di çarçoveya xebat û çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî de, roja çarşemê 24.01.2018, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Heyder Ebadî Serowkezîrê Îraqa Federal civiya.Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şandeya pê re amade bûn, pêşhatên dawiyê yên civînên komîteyên her du hikûmetan; hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal gotûbêj kirin û tekîd li ser berdewamiya karên komîteyan ji bona çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.Her du aliya pabendiya xwe bi diyalog û çareserkirina hemû arîşeyan li gor destûra Îraqa Federan dupat kir.Pirsa neftê û pirsgirêkn di vî warî de  di civînê de hatin behis kirin û biryar hat dan ku her du wezaret; wezareta neftê ya Îraqê û wezareta samanên xwezayî ya Herêma Kurdistanê  li ser çewaniya hirdekirina wê nefta demeke hinrdekirina wê hatiye rawstandin, bicivin û bigihin rêkeftinekê. 

Back to top button