Cîhan

Trump di derbarê Efrinê de bala Erdogan kişand

Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefoni pêkanîn. Li gora Tirk dibêjin daxwaziya pêwendiya telefonî ji aliyê Trump hati ye.Koşka Spî derbarê vê pêwendiya telefonî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye, ku aloziyên li Efrînê zêde neke û li cihê wê êrişê “giringiyê bide şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê”.Herwiha Koşka Spî dibêje, Trump nîgeraniya xwe derbarê aloziyên li Efrînê de nîşan daye û ji Erdogan re gotiye, ku “aloziyên li Efrînê armancên wan ên hevbeş li Sûriyê dixe metirsiyê” û bandoreke nerênî li pêwendiyên wan dike.Li gorî daxuyaniyê, Serokê Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku operasyona xwe (ya li Efrînê) sînordar bike.Donald Trump ji Recep Tayyip Erdogan xwastiye ku Tirkiye xwe ji “her cure karekê ku bibe sedema derketina pevçûnê di navbera hêzên Amerîkî û Trikî de” dûr bixe.Koşka Spî diyar kiriye, Trump di beşeke din a gotûbêja xwe ya li gel Erdogan de “nîgeraniya xwe li hember daxuyaniyên ji Tirkiyê yên li ser Amerîkayê û reftara Tirkiyê li gel welatiyên xwe û desteserkirina wan di bin şertûmercên rewşa awarte de” aniye ziman û ew reftar bi şaş bi nav kiriye.Li gorî daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê jî, Erdogan û Trump derbarê operasyona Efrînê de gotûbêj kirine û Erdogan di vê pêwendiya telefonî de daxwaz ji Trump kiriye, ku alîkariya leşkerî û şandina çekan bo YPGê rawestîne.Serokatiya Tirkiyê herwiha diyar kiriye, li ser êrişa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê jî, Erdogan ji Trump re gotiye, ku ev êriş di çarçoveya mafê berevaniya rewa ya Tirkiyê û parastina ewlehiya wê de hatiye pêkanîn.    

Back to top button