Davos: Serokwezîrê Kurdistanê û yê Ermenistanê civiya

Di çarçoveya xebat û çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî de, roja 24.01.2018ê li bajarê Davosê li Swîsreyê, Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şandeya pê re digel Karen Karapetyan Serokwezîrê Ermenistanê civiyan.Serokwezîrê Ermenistanê û Serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser geşepêdana têkeliyên navbera Kurdistan, Îraq û Armenistanê, bi taybetî têkeliyên di wan waran de ku ji bo her du aliyan giringin weke; infastruktura, enerjî, êkonomî û ew warên Armenenistanê şarezayî û pisporî tê de heye û Herêma Kurdistanê dikare mifa û sud jl werbigire.Her du aliyan behsa vekirina konsulxaneya Armenistanê li Hewlêr kir ku pêştir her du hikûmetên Herêma Kurdistan û Îraqa Federal li ser vekirina wê razemendiya xwe nîşan da bû, behsa vekirina xeta geştên asîmanî di navbera Hewlêr û Êrîvanê de, di paşerojê de û piştî arîşeya daxistina firokexaneyên Herêma Kurdistanê çareser dibe, kir 

Nerîna min :