Danasîna pirtûkên Koçerbêj û Pêlava Birîndar

Du pirtûkên Evdile Koçer ên binavên “Koçerbêj” û “Pêlava Birîndar” ji aliyê WEŞANXANEYA AR”’ê ve hat çapkirin.

Nivîskar di pirtûka xwe ya bi navê “KOÇERBÊJ”’ê de; kêmasiyên di jiyana rojane de tê jiyîn, kêmasiyên kesan, helwest û seknên şaş, mijarên ku nayên rexnekirin bi pênûseke xurt û bi zimaneke qerfî aniye ziman.

Di xebata xwe ya bi navê “ PÊLAVA BIRÎNDAR”de jî ; kêmasî, şaşitî, mijarên ku divê bê nîqaşkirin, helwest, sekn, nêrîn û fikrên ku divê bê rexnekirin û mehkumkirin bi şêwaza çîrokên kurt û rexneyî bi pênûsek rexnegir amade kirî.

Her du xebat jî bi nêrînek têr û tije, bi şêwazeke resen û rexnegir hatî amadekirin.

Em wek “WEŞANÊN AR”’ê dibêjin pênûsa te û dilê te sax be. Li ser xêrê be. Serkeftin.

 

E-MAÎL : [email protected]

TEL: 0 212 237 16 07 – 0 507 455 52 16

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: