Civak

Dana nasnameyan ji bo kurdên bênifûs dest pê kir

Li Dêrikê komek ji kurdên bênifûs ên qeydkirî nasnameya sûrî bi dest xistin. Ji bo bidestxistina nasnameyê divê mirov belgeya ji qeydên biyaniyan û sê wêneyên pasportê pêşkêşî dezgeha dewletê bikin. Endamên malbatê yên temen 14salî û bi jor ve mecbûr in bi xwe belgeyên xwe pêşkêş bikin û piştre nasnameya xwe bi dest bixe. Zarokên di qeyda malbatê ya qeydên biyaniyan de qeykirî di pirtûka malbatê de tên qeydkirin – zarokên ku li derve dijîn jî. Lê ji bo bidestxistina nasnameya xwe ev zarok mecbûr in bi xwe amade bin. Karûbarên bidestxistina nasnameyan bi kêmanî çar hefteyan dirêj dikin. Mesela li Dêrikê agahiyên wezareta hundir li ser destpêkirina dana nasnameyan ji bo kurdên bênifûs teqez dike.

Li gor agahiyên wezareta hundir ta niha 1007 nasnameyên sûrî hatine dan ji bo kesên ku ta niha bênifûs (ecnebî) bûn. Wezaretê herweha ragihand ku bi giştî 32000 dozên ji bo bidestxistina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin dezgehên dewletê. Ji ber ku her malbatekê doznameyek tê pêşkêşkirin, ne diyar e bê çend kes dixwazin bibin welatiyên Sûriyê.
Welatiyên bênifûs ên qeydkirî (ecnebî) ku li derveyî parêzgeha Hisiçayê dijîn, dikarin doznameyên xwe li bajarên xwe pêşkêş bikin û ne mecbûr in vê yekê li deverên qeyda xwe bikin. (Kurdwatch)

Back to top button