Polîtîk

Erebên Kerkûkê: Madeya 140ê madeyeke mirî ye

Civata siyasî ya erebên Kerkûkê, madeya 140 a destûra Iraqê, wek “madeyek mirî” bi nav kir. Serokê lêjneya cîbicîkirina madeya 140ê jî, ev daxuyanî, “pûç û vala” nirxand.

Endamê civata erebî ya siyasî ya Kerkûkê Ebdurehman Murşîd Asî, îro ji AKnewsê re axivî û got: “Em carek din, bi navê hemû erebên Kerkûkê, dibêjin ku madeya 140 a destûra bingehîn, madeyek mirî ye.”

Asî, her wiha got ku, hemû lêjneyên bo vê madeyê hatine destnîşankirin, “kartonî” ne û pêwîst nake rayedarên kurd ev qas behsa wê bikin û got:  “Bila bi hevkariya erebên Kerkûkê ku, piraniya serjimêriya bajêr pêk tînin, arîşeya Kerkûkê çareser bikin.”

Endamê civata erebên Kerkûkê got ku, ev daxuyaniyên wî, wek bersiva serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî ye ku gotibû, “Heke madeya 140 neyê cîbicîkirin, dê wek gelên Misr û Tûnisê, derkevin kolanan bo cîbicîkirina wê.”

Li hember vê yekê, serokê lêjneya cîbicîkirina madeya 140ê Raîd Fehmî, ji AKnewsê re axivî û got: “Ev daxuyanî ku li dijî madeya 140 hatiye dayîn, pûç û vala ye û tu bandorekê li ser cîbicîkirina madyê nake.”

Fehmî got jî: “Xebatên lêjneyê didomin û dê di demek nêzîk de awareyên ku, vegeriyane cihên xwe, dê bên qerebûkirin û bo vê mebestê jî lêjneya taybet, bi awayekî aktîf, karê xwe dike.

Madeya 140 a destûra bingehîn bo çareseriya arîşeya deverên kêşedar ên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye danîn û biryar bû, 2007ê, di 3 qonaxan de, made hatiba cîbicîkirin, lê heta niha tenê qonaxek hatiye cîbicîkirin.

Back to top button