Civak

Dalkurd: Em dê her dem piştgiriya te bikin

 Kluba Fotbollê ya Kurdî li Swêdê (Dalkurd) bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand, “em dê her dem piştgiriyê li Nêçîrvan Barzanî bikin.”

Kluba Kurdî ya Fotbolê ya li Swêdê (Dalkurd) ku li wî welatî û li nav Kurdên Ewropayê klubeke navdar e, di peyamekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Di peyamê de ku bi îmzeya Serokê Kulba Dalkurdê, Ramazan Kizil hatiye weşandin, hatiye gotin: “Em bi navê Kluba Fotbolê ya Kurd (Dalkurd) li Swêdê, hilbijartina cenabê we wek Serokê Herêma Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin. Em bi cenabê we bawerin ku cenabê we dê roleke netewî, karekî bi wate û hêja bike.”

Dalkurdê herwiha hêviyên xwe bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê wiha aniye ziman: “Em bi hêvî ne ku di bin serokatiya we de hemû aliyên Kurdistanî, xwe di nav xebata we de bibînin.”

Di dawiya peyama xwe de, ew kluba fotbolê ya Kurdî li Swêdê dibêje: “Weke Dalkurd em dê her dem piştgirê we bin.”

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button