Polîtîk

PAK û PSKê li Enqereyê li gel Sefareta Emerîkayê hevdîtinek pêk anîn

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz  û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 29.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de  li gel nûnerên Sefareta Emerîkayê  hevdîtinek pêk anîn
Heyeta PAK û PSKyê roja 29.05.2019an  li  Sefareta Emerîkayê   li gel Berpirsa beşa sîyasî Amy LILLIS û karmendê beşa siyasî Matthew B. STANNARD  hevdîtinek pêk anîn.
Heyeta PAK û PSKyê di vê  hevdîtinê  de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan.
Herweha heyeta PAK û PSKyê di vê hevdîtinê de dosyayeke ku ji Îdîaname û mutalaya doza girtinê pêk hatî û  daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê ya bi kurdî, Tirkî û Îngilîzî  hatibû amade kirin teslîmî nûnerên Sefareta Emerîkayê kirin.
Back to top button