Dosya

DAÎŞê li dijî pêşmerge çekê kîmiyayî bikar aniyê

Hate aşkere kirin ku, çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê li dijî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê çekên kîmyayî bikar anîne. 

Li gor daxuyaniyeke Konseya Ewlekariya Neweyîya Kurdistanê, di encama lêkolîna xwelî, kinc û bermayên otomobîleke bombebarkirî ya DAIŞê de ku, roja 23ê çileya paşîna îsal  li devera Keskê ya Mûsilê di nav hêzên pêşmerge de hatibû teqandin, derketiye holê ku çekdarên DAIŞê gaza Klorê bikar anîne ku ew gaz di çêkirina çekên kîmyayî de tî bikaranîn:

Roja 23ê çilya paşîna îsal otomobîleke bombebarkirî xwe bi hêzên pêşmerge teqand û hêzên pêşmerge bi armanca lêkolînê xwelî û paşmayên teqînê komkirin û ji taqîgeheke welatekî beşdar di hevpeymaniya navdewletî re hinartin. Li gor encamên lêkolînê diyar bû ku gaza Klor hatiye bikaranîn ku ew gaz ji bo çêkirina çekê kîmiyayî tê bikaranîn. Ev yekemîn lêkolîna navdewletî ye ku îspat dike çekdarên DAÎŞ sud ji gaza Klor wergirtin. 

Daxuyanî dibêje ku, ev demek dirêj bû berpirsên herêma Kurdistanê bişik  bûn ku, dê DAÎŞ di şer de çekê kîmiyayî bikarbîne û hatiye zanîn ku di şerê vê dawiyê yê Tikrîtê de jî DAÎŞê li dijî hêzên Îraqê Klor bikar anîye.

 Konseya Ewlekariya Neweyîya Kurdistanê vê kiryara şekdarên DAÎŞ bi dijwarî şermezar dike û dibêje ve nîşana têkçûna DAÎŞê ye.

Back to top button