Ev pêvajoya aştiyê ya heyî, temsîla hêza siyasetê dike
DAXUYANIYA AL PARTÎ
Ji bilî ku civat bihnvedanekê bike, wê pêdiviya bihngirtina hemû jiyana siyasî bike û wê bi xwe re livakekê jî bi cih bîne.
Em bi hêvî ne ku birêvebirên vê pêvajoyê, vê berpirsyara mêjûyî û siyasî dê bizanibin ku wê siyaset û aştiyê weke diyarî pêşkêşê Tirkiyê bikin.
Giringiya vê pêvajoyê di qada siyasî û civakî de, bi hêviya ku dê pêzan bin û li wê gorê bilipikin, herweha astengiyên li pêberê demokratîkbûna Tirkiyê û bipêşxistina wê jî ku herî giran in, ji wan dihête rizgarkirin.
Bihevgirtin û bihevrebûna ji nû ve, bi mercên paldana ser aştiyê, nemana avêtina gavan di axaftinê de, dûrê ji werpixandina rojane, dûrmayîna ji hemû kiryar û gotinên xirab, ji bo misogerkirina mafê biratî û bihevremanê, hemû berpirsyariyên ku dikeve ser AKP û HDPê, herweha ya ku dikeve aliyê me partiyên dî jî, divê bi cih werin.
Divê qiyafetê siyasî, li hewldana hemû stratejiyên oportonîst were kirin. Ew biratiya ku heta îro hatiye wênekirin, divê bi nêzbûna siyasî li aliyeki din bête hiştin. Ew jî ne ji bo cudatiya kesan ji hev, lê ji bo biratî û yekrêziya milet divê were kirin.
Divê grûbên li derveyê siyasetê û tesîra wan di vê lirêçûna mêjûyî ya peljen de bête îzolekirin, da ku pêvajora aştiyê li riya xwe here û bigîje aramiyê. Divê hemû pêşikmendên siyasetê, herweha derdorên zanîngehan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û ji xelkê hemû kes, berpirsyariya xwe ya wijdanî ku dikeve ser milê wan, bi cih bînin.
Divê hemû têgihiştina siyaysî yên ku ji pêvajoya biratiya vî miletî re vajî ne, ji bo serkeftin û desthelatiya wan, herweha ji bo rawestineke wan a bi navê serkeftinê ku peyv nayêne gotin, lê perpirsyariya xwe ya ji bo xwîn, pevçûn û gelşan bi cih tînin û ew berpirsyariya ku sîstemê daye wan, ew tenê wan bi cih tînin.
AKP û HDP hemû metirsiyên siyasî dane aliyekî, kutûkên hilbijêran û dengdana wan nabînin, bi xûta ku wê dengan wenda bikin bi gavine bizavwarî radeya pêşî bo xwe hilbijartine.
Avêtina gavên wan, ne bi qaşotî ye, bi taybetî jî ne livakeke bi sînor e, bi giştî xulpoqeke zincîrê ye û divê ev kiryarên wan jî derkevin holê. Divê ew ji rastiya xwe ya teorî, ji şaşiyên wan ên pratîkî jî vekişin.
Ji bo ku Pêvajo bi navê ku ”li guşê dîwêr ketiye” ji hemû siyaset û gumansiyetê birevin, hin birr û bûjenên li derveyê siyasetê ku dixwazin Pêvajoyê dilxelîn bikin, divê hişyarî li wan bi her awayî bête kirin.
Em wek AL PARTÎ têgihandina me ya siyasî ev e ku em siyaseta ku şel bûye, ji siyaseta zixtmend rizgar bikin û em hemû wan dîtinên ku siyaseta dijber weke dijmin dibînin, bi her awayî bi paş ve dehf bidin.
Ha eem ji bo vê yekê weke partiya Alternatîf û Guherbar li deriyê aştiyê digerin.
Ji siyaset û ji şideta siyasî û ne ji bo dîtineke bêzîdar, lê em dixwazin dîtineke bihevrebûn û yekbûn bibe desthelat, ji ber hindê ye ku em dixwazin Pêvajoya Aştiyê û avêtina hemû gavên bidilpak, destek dikin vê pêvajoyê û daxwaza me jî her ev e.
Ev siyaseta wijdanwarî, ji derveyê tîpa nêzîkwariyê, lê nêzîkmendiya siyasî ya ku şel bûye, ango di têgehên weke ”şer, gelş, xwîn”ê de bêguman wê bifetise.
Ha ji te re dema ku siyaseta gehaştî kame bibe, di warê yasabûn û demokratikbûnê de, her ku diçe dibe xwedîderfet, aştî û refah û aramiyê û di makxaneya xwe de dibe pispor.
Di vê xalê de li Tirkiyê eger lêbanîna hinavî ya aştiyê bête temamkirin, ji nû ve wê bikeve nava dewletên mezin ên hêzdar û wê hevpiştiya rewa ji nû ve bête kifşkirin.
Tirkiyeyeke ku hemû gelşên xwe çareser kiribe, jiyana hemwelatiyan a rojane ku sererast kiribe, bêguman dibe hêviya her kesî.
Ji bil qezenc û tavila siyasî, têgehandin û pêgirkirina fêmkirinê, avakirina aştiyeke aram, dibe qezenceke mezin ji bo neteweyêm me û ji bo Tirkiyê.
Bi rêzmendî pêşkêşê Raya Giştî dikim.
Mihemed Burkan
Serokê Giştî yê Partiya Alternatîf û Guherbar