DAIŞê bi dehan leşkerên hêzên rêjîma jinavçûyî ya Sûrî kuştin.
Rêxistina terorîst a DAIŞê bi dehan leşkerên hêzên rêjîma jinavçûyî ya Sûrî kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov duh, Sêşem 10ê Çileya pêşîn, eşkere kir ku rêxistina terorîst a DAIŞê 54 endamên hêzên rêjîma Sûriyê dema ku dixwestin piştî jinavçûna rêjîma Esed li biyabana Himsê birevin, ew kuştin.
Rewangehê diyar kir jî ku DAIŞê ev kiriyara xwe li nêzîkî benzînxaneyekê li devera Suxna li biyabana Humsê, pêk aniye.
Herweha Rewangehê bal kişand ku “şaneyên DAIŞê, endamên ku ji xizmeta leşkerî reviyabûn li biyabanê û Dêrezorê di dema rûxandina rêjîma Esed de, girtin.”
Metirsiyên dubare derketina DAIŞê
Piştî jinavçûna rêjîma Esed di 8ê Çileya pêşîn de, Emerîkayê diyar kir ku metirsiyek heye ku rêxistina terorîst a DAIŞê rewşa nû ya li Sûriyê di berjwendiya xwe de bikar bîne, da ku pêgeha xwe li wî welatî dubare bihêz bike.
Her ji ber vê yekê jî, Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Emerîkayê, John Feiner duh, Sêşem 10ê Çileya pêşîn, tekez kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, di çarçoveya erkê dije terorê de, di ser de jî jinavbirina DAIŞê ye.
Li aliyek din, Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ,Sergey Ryabkov duh eşkere kir ku di nava wan tiştên ku Rûsya bi Emerîkayê re parve dike, tirsa derbarê egera derketina DAIŞê li Sûriyê jî hene.