Cîhan

DAIŞ serê rojnemevanek Emerîkî jêkir

Rojnemevanê Emerîkî James Foley ji berî du salan li Suriye ji aliyê DAIŞê ve dîl hatibû girtin.

DAIŞ niha di medya civakî de vîdeoyek belav kir û da xuyakirin ku wan James Foley serjê kiriye û kuştine. DAIŞ ev yek bi navê Peyamek ji Emerîkare ragihandin.

Li ser vê yekê berdevkê qesra spî yê ewlehiya netewî Caitlin Hayden daxuyanik da û got: Me ev îdîa bihîst û em di vê derbarê de niha lêpirsînê dikin.

Lê heta niha jî ev nûçe nehatiye piştrastkirin.

Back to top button