Civak

DAIŞ li Kerkûkê xwe amade dike..Pêşmerge jî ji wan re hazir in

Tê gotin ku DAIŞ li parêzgeha Kerkûkê xwe rêk dixe û metirsiyeke mezin li ser navçeyê heye, lê Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî dibêje, Pêşmerge bo her egereke xerab amade ye.

Nûrî Heme Elê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera DAIŞê li navçeyên Kerkûkê zêde bûye û gefên wê berdewam in. Şevê din li gundê Şanşîn balafiran li wan dan. Şaneyên veşartî yên DAIŞê hene. Herwiha çekdarên DAIŞê ji Sûriyê reviyane û beşek ji wan hatine nêzîkî Kerkûkê. Ew xwe rêk dixin û xwe made dikin.”

Heme Elî wiha got: “Hebûna DAIŞê û kombûna wan li parêzgeha Kerkûkê ziyaneke mezin e ji bo me hemûyan, nexasin ji bo xelkê Kerkûkê û derdora wê û ji bo Iraqê jî. Lê Hêzên Pêşmerge ji wan re hazir in, eger ti karekî terorîstî bikin.”

Back to top button